​​​​​​​ Panorama hefteyê: Xeta gazê ya Nîjeryayê ya bi desteka Tirkiyê planên Cezaîrê têk dibe

Dewleta Tirk derbasî xeta gazê ya li Afrîkayê bû û ew sûdê ji serhişkiya Cezaîrê ya li hember Mexribê werdigire û hewl dide xeta boriyên Nîjeryayê li şûna di Cezaîrê yan jî Mexribê re derbas dibe, di Lîbyayê re derbas bibe. Li gorî çavdêran, Enqere guh nade hevalbendên xwe û hemûyan ji bo ji pêkanîna ajnîdeyên xwe bi kar tîne. Li aliyekî din jî hate gotin ku alîgirên Sedr dibînin ku bêbandorkirina xebatên komên çekdar li piraniya bajarê Iraqê "şikestineke meydanî" ye.

​​​​​​​ Panorama hefteyê: Xeta gazê ya Nîjeryayê ya bi desteka Tirkiyê planên Cezaîrê têk dibe
9 cotmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borîbal kişandin ser lihevkirinên der barê gazê yên dewleta Tirk ên bi Afrîkyayê re, rewşa Iraq û Yemenê kir.

‛XETA GAZÊ YA NÎJERYAYÊ BI RÊYA LÎBYAYÊ YA BI DESTEKA DEWLETA TIRK PLANÊN CEZAÎRÊ XIRA DIKE’

Li ser dosyaya gazê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Dewleta Tirk derbasî xeta gazê ya li Afrîkayê bû û ew sûdê ji serhişkiya Cezaîrê ya li hember Mexribê werdigire û hewl dide xeta boriyên Nîjeryayê li şûna di Cezaîrê yan jî Mexribê re derbas dibe, di Lîbyayê re derbas bibe. Ew yek dihêle ew bibe navbeynkar û gazê ji Nîjeryayê derbasî Ewropayê bike, mîna çawa hewl da bibe xeleka navbeynkar di gaza rojhilatê Deryaya Spî û gaza Asyaya Navîn de.

Çavdêrên lîbyayî da zanîn ku dewleta Tirk ku şandeyeke wezaretê ya payebilind ji bo wergirtina qezencên zêde û peymanên xwedî berjewendiyên stratejîk şandiye Lîbyayê. Ji ber dizane ku lîbyayî ne di rewşeke ewlehî, siyasî yan jî aborî de ne ku bikarin derbasî xeta anîna gazê ji Nîjeryayê pêk bînin û di welatê wan re derbasî Ewropayê bibe.

Ji bo wê jî, şandeyeke wezaretê ya dewleta Tirk çû Terablusê da ku hikumeta Ebdulhemîd Debîbe teşwîqî li ser xwesteka xeta gazê ya Nîjeryayê bike ku di Lîbyayê re derbas bibe. Ew yek dihêle li şûna dewleta Tirk teslîm bigire û ji bo şîrketên wê bixebite.

Duh, şandeyeke Tirk ku tê de wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu, wezîrê enerjiyê û daneyên xwezayî Fatih Donmaz, wezîrê parastinê Hulusî Akar, wezîrê bazirganiyê Mehmet Mûş û serokê daîreya peywendiyan Fahrettin Altun û berdevkê serokkomariyê Îbrahîm Kalin hebûn, gihaşt Terablusê. "

‘GELO SEDR LI BESRAYÊ ‘ÎSKANA JEHRÊ’ VEXWAR?’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsand: "Dema serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr komên xwe yên çekdar li piranî bajarên Iraqê, piştî şerên tund li Besrayê bi milîsên 'Esaib Ehlulheq' re bê bandor kirin, wekî ku îskana jehrê vexwaribe. Lê li gorî nêrîna piraniyan ew cemidandin 'pêşîlêgirtina fitneyan' bû, lê li gorî alîgirên Sedr "şikestina meydanî" ye.

Di du rojên derbasbûyî de rojnameya Şerq El Ewset şahidiya du çalakgerên tevgerê û endamên koma "Saraya El Selam" der barê rewşa meydanî ya li Besrayê de wergirtin û eşkere bû ku ew yek "tolhildana kuştiyan e". Çalakgerekî got cemidandin ne tê wateya çareserkirina krîzê, her wiha hin komên alîgirên Tehranê hîna fatoreyên xwe nedane.

Li gorî çalakgerê tevgerê eşîrên li Besrayê, ji bo tola zarokên xwe yên di pevçûnên hefteyên borî de hatin qetilkirin hilînin, çek li dijî milîsên "Esaib Ehlulheq" rakirin.

Çekdaran bi guleyên hewanan herêma qesrên hikumetê yên li Besrayê ku tê de navenda "Heşdî Şebî" heye, her wiha komên "Esaib Ehlulheq" jî hene, topbaran kirin.

Hin şîroveyên nakok der barê veguherîna pevçûnan bi Esaib Ehlulheq re ji Sedriyan ber eşîran ve hene.

Çavkaniyên nêzî Sedr got destwerdana li krîza Besrayê bi biryara bêbandorkirina Saraya û komên din pêk hat ku bersiva peyamên kesên civakî yên li bajêr aktîf bidin, lê "vemirandina fitneyê" li wir agirê hêrsê di nava alîgiran de pêxist."

LI YEMENÊ RÊJEYA HEWCEDARÊN ALÎKARIYAN ZÊDE DIBE

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Di rapora nivîsgeha NY’yê ya kar û barên mirovî de hate bibîrxistin ku pêdiviya zêdetirî 23,4 milyon kesî bi alîkariyên mirovî û parastinê hene. Ev yek bi rêjeya ji sedî 13 li gorî 2021’an zêdetir bûye.

Li gorî raporê, welatiyên Yemenê bandor û azarên şerê bi girêk û krîza aboriyê ya domdar û nebûba xizmetên giştî kişandin. Di encama şerê 2021’an de gelek welatî birîndar bûn û koçberî zêde bû. Bi wê re pêdiviya bi alîkariyên mirovî zêdetir bû.

Di raporê de hate gotin ku ji sedî 57 ji kesên vegerîne û ji sedî 44 ji malbatên koçber nebûne, malên wan xerab bûne û pêdivî bi sererastkirinê hene."

ANHA