​​​​​​​Herêmên dagirkirî bi parastina Tirkiyê bûne baregehên DAIŞʹê

Piştî çend meh di ser ragihandina bidawîkirina DAIŞ’ê li Sûriyê re derbas bûn, dewleta Tirk hin herêmên ewle yên bakurê Sûriyê dagir kirin û veguherandin baregehên nû yên DAIŞʹê ku gefên eşkere li ewlehî û istiqrara cîhanê dixwe.

​​​​​​​Herêmên dagirkirî bi parastina Tirkiyê bûne baregehên DAIŞʹê
9 cotmeh, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Piştî êrişên dagirkirinê ku 9ʹê Cotmeha 2019ʹan dest pê kirin û piştî 13 rojan ji vekişîna hêzên Amerîkayê ji xeta sînor û bêhelwestiya hikumeta Şamê, Komkara Erebî û hêzên navneteweyî, dewleta Tirk herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

QSDʹê ku beriya vê dagirkirinê bi 7 mehan hebûna DAIŞʹê li erdîngariya Sûriyê bi dawî kir û têkoşîna li dijî şaneyên wê dewam dike, bi rojan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê rawestandin. Lê tunebûna hevsengiyê çekan û bikaranîna çekên nav qedexwekirî û bi hezaran çeteyên sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û hin deverên bejahî bi dirêjahiya 120 km û kûrahiya 30 km di xaka Sûriyê de encam da.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 400 hezar welatî, ku piraiya wan Kurd in ji malên wan koçber kirin. Bi vê yekê herêmên ewle kirin baregehên sereke yên çeteyên DAIŞ, Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) û komên din ên çete.

Bi dagirkeriya dewleta Tirk a ji beriya 6 mehan bi hinceta şerê li dijî terorê li Cerablus, Bab, Ezaz û kantona Efrînê di sala 2018ʹan û Girê Spî û Serêkaniyê di payîza 2019ʹan de, komên çete yên herî tundraw li cîhanê geş bûn û  bakurê Sûriyê veguherî navenda terora cîhanê.

Dewleta Tirk beriya ku rasterast destwerdana şerê Sûriyê bike, sînorê xwe li ber çeteyan vekir. Li gorî nûnerê Amerîkayê yê berê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞʹê de Brett McGurk, dewleta Tirk hişt ku zêdetirî 40 hezar DAIŞʹî yên ji 110 dewletên cîhanê di navbera salên 2014 û 2016ʹan de derbasî Sûriyê bibin. Brett McGurk îşaret bi vê yekê kir ku vekişîna Amerîkayê ya ji hin herêmên bakurê Sûriyê bû sedema sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û koçberkirina bi zor ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de.

Enqere ku dirûşmên "Şerê li dijî terorê" diavêje, herêmên ewle yên bakurê Sûriyê veguherandin herêmên herî xeternak ên cîhanê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî yên QSDʹê dane ajansa me, 30 hezar çeteyên navdewletî ji Uygur, Çeçen û Tirkmen li Idlib û herêmên dagirkirî ji aliyê Tirkyê ve tên parastin û bi awayekî eşkere û bê astengî di nava axa Tirkiyê û herêmên Sûriyê yên dagirkirî de tev digerin.

Îdiayên Enqereyê ku dibêje ew çeteyên DAIŞʹê li bajarên Tirkiyê digirin, derew in û nîşaneyên rast ku çalakbûna mezin a DAIŞʹê li Tirkiyê ne.

SERÇETE DI HEMBÊZA TIRKIYÊ DE HATIN KUŞTIN

Di operasyonên Amerîkayê yên bi koordîneya QSDʹê de gelek serçeteyên DAIŞʹê li herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hatin kuştin ku çeteyên DAIŞ bi serbestî li wan herêman tev digerin.

Di vê çarçoveyê de di operasyoneke îstîxbaratî ya hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û QSDʹê de şêfê DAIŞ yê yekemîn Ebû Bekir El Bexdadî di Cotmeha 2019ʹan de li Idlibê ya dagirkirî ya 5 km nêzî sînorê Tirkiyê hat kuştin.

Di 3ʹyê Sibata 2022ʹyan de, serokê DYAʹyê Jeo Biden ragihand di operasyoneke taybet a hêzên Amrîkayê de şêfê DAIŞʹê Ebû Îbrahîm El Qureşî li bajarê Etmê yê Idlibê xwe teqand.

Her wiha di 23ʹyê Cotmeha 2021ʹan de balafireke bê mirov a Koalîsyona Navneteweyî şêfê DAIŞʹê Sebahî Îbrahîm El Muslih (Ebû Hemze Şihêl) û du alîkarê wî li gundê Idwaniyê yê Serêkaniyê yê dagirkirî kuştin.

Di 26ʹê Mijdara 2020ʹî de, di kemîna QSDʹê de serçeteyê DAIŞʹê yê xeternak Îsmaîl Îdo û 21 çete û leşkerên Tirk li gundê Mielek ê Eyn Îsayê yê hatin kuştin. Serçete Îdo li gel leşkerên Tirk li Sûriyê û Lîbyayê digeriya.

Çeteyên DAIŞʹê çalakiyên xwe li Sûriyê û Iraqê didomînin û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî û sûdwergirtina ji gefên dewleta Tirk a dagirker hewl didin ewlehiya herêmê xirab bikin û sûcan pêk tînin.

Li gorî raporên berê, di navbera 4 hezar û 6 hezarên çeteyên DAIŞʹê li gorî şaneyan li Sûriyê û Iraqê hene. Ji bilî vê bi hezaran çeteyên girtî û bi deh hezaran malbatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku wekî bombeyek li ber teqînê ne.

ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHA SÎNAAYÊ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HATIBÛ PLANKIRIN

Tevî ku cîhan ragihandina qedandina DAIŞ li Sûriyê û Iraqê di 23ʹê Adara 2019ʹan de li baregeha wan dawî li Baxozê ji aliyê QSDʹê ve pîroz kir, lê îstîxbarata dewleta Tirk bi planeke mezin ku li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û bajarên din ên Tirkiyê amade kiribû, hewl da DAIŞ vejîne. Ev yek di mikurhatinên çeteyên DAIŞʹê yên ku piştî êrişa Çileya 2022ʹyan a li ser girtîgha Sînaayê ya Hesekê de hatin girtin, eşkere bû.

Êrişa li ser girtîgeha Sînaayê metirsiyên navneteweyî çêkir ku çeteyên DAIŞʹê bi xurtî vegerin. Nemaze ku 5 hezar çeteyên di girtîgehê de hewl dan birevin û bi koordîneyeke rasterast ji aliyê Enqereyê ve bajarê Hesekê dagir bikin. Ji bo ku zexta li ser DAIŞ sivik bibe, dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişa li ser girîgehê êrişên bejahî li ser herêmên Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê kirin.

QSDʹê bi hezaran şervanên xwedî pispor ên têkoşîna li dijî terorê anîn û xetereya reva bi hezaran DAIŞʹiyên kontrol kir. Bi vê yekê plana Tirkiyê-DAIŞʹê ya vejandina "Xîlafeta Îslamî" ya sexte vala derxist.

Di vî şerê de, gelê Sûriyê 121 şervanên QSD û parêzvanên girtîgehê û hejmarek sivîl dan.

KAMPA HOLÊ AMÛRA DEWLETA TIRK A TÊKBIRINA ÎSTIQRARÊ YE

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bidawîkirina qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê  ya 17ʹê Îlona borî ya li kampa Holê de hate gotin: " Hemwextî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê, kampa Holê di nava plana DAIŞʹ ya kontrolkirinê ya de bû. Şaneyên terorîst wê demê li kamp û derdora wê tev digeriyan, lê tedbîrên ewlehiyê yên lez yên ku QSDʹê girtin hewldana êrişeke li  hundir û derveyî kampê têk bir. Li gel êriş û gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ku hemahengiyeke eşkere di navbera herdu aliyên êrişkar de heye, şaneyan tevgera xwe dewam kirin da ku planên xwe pêk bînin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku êrişên cûda yên li kampa Holê de 44 welat, di nav de karkerên paqijiyê û gardiyanên kampê hatin qetilkirin.

Di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de têkiliyên xurt ên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker de û perespektîfên ku DAIŞ ji Enqereyê digirin derketin pêş.

Ruxmî ku bi hezaran çeteyên sûrî di nav de yên DAIŞʹî, bi keşiyên asîmanî ji bajarên Tirkiyê ji bo Lîbya û Azerbeycanê hatin şandin û beşdarbûna wan çeteyan di têkbirina îstiqrara wan welatan de, lê hên navneteweyî li hemberî kirinên Tirkiyê bêdeng in.

Tevî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku yên herî hovane bûn û çeteyên DAIŞʹê tê de beşdar bûn, lê hêzên navneteweyî li hemberî koçberî û guhertina demografî ya herî mezin di sedsala 21ʹê de li Rojhilata Navîn çêbûye, lê hêzên navneteweyî tu helwest nîşan nedan.

Ya herî xetere ew e ku dewleta Tirk sûcdar û çeteyên herî xeternak li ser asta navneteweyî li herêmên dagirkirî amade dike û gefan li aştiya cîhanê dixwe. Di navbera ragihandina "paytexta" çeteyên DAIŞ li Reqayê û ragihandina Tirkiyê ya herêmên dagirkirî wekî herêma "ewle" de tu ferq nîne. Di herdu rewşan de ev herêm bi sponseriya Tirkiyê bûne baregehên terora cîhanê.

ANHA