Şêniyên bajarê Qamişlo rojbûna Pêximber Mihemed pîroz kirin

Komeleya Olî ya taxa Kornîş a li bajarê Qamişlo li mizgefta Hisên bin Elî cejna rojbûna Pêxeber Mihemed pîroz kir.

Şêniyên bajarê Qamişlo rojbûna Pêximber Mihemed pîroz kirin
Şêniyên bajarê Qamişlo rojbûna Pêximber Mihemed pîroz kirin
Şêniyên bajarê Qamişlo rojbûna Pêximber Mihemed pîroz kirin
8 cotmeh, 2022   18:30
QAMIŞLO

Bi dehan melayên bajarê Qamişlo û şeniyên bajêr beşdarî şahiya olî ya rojbûna Pêxember Mihemed bûn .

Şahiya olî bi xwendina ayetên Qurana pîroz dest pê kir. Piştî wê çend  axaftin hatin kirin, di nav wan da rêveberê Komeleya Olî Elî El-Hesen û meleyê Mizgefta Aştiyê, şêx Omer El Şamî û meleyê Mizgefta El Ferewatî şêx Ebdulhemîd Yasîn.

Axêveran ev roj li hemûyan pîroz kir û daxwaz kirin ku aştî li cîhanê belav bibe.

Piştî wê beşdaran bi sirûdên olî şahî li dar xist. Şahiya olî bi belavkirina şêraniyan li beşdaran bi dawî bû.

(hh)

ANHA