​​​​​​​Emîne Osê: Armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû îmkanên xwe hewl dide herêmên dagirkirî wekî rewşekê ferz bike û beriya bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê tev li nexşeya xwe bike. Emîne Osê got rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​Emîne Osê: Armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser rizgarkirina herêmên dagirkirî ye
9 cotmeh, 2022   03:30
REQA – CUMA MIHEMED

Di salvegera sêyemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de, Emîne Osê bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyê şermezar kir.

Dewleta Tirk a dagirker di encama êrişên ku 9ʹê Cotmeha 2019ʹan de dest pê kirin û 300 hezar kes ji niştecihên wê yên resen koçber kirin, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirina xeta sînorê Sûriyê-Tirkiyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan e û wiha dom da axaftina xwe: "Tirkiye hewl dide planên xwe li Sûriyê bi cih bîne, propagandaya guhertina demografiya herêmên dagirkirî dike û hebûna penaberên sûrî yên li gel xwe dike hincet da ku ji aloziya xwe ya aborî xilas bibe û guhertina demorafiyê pêk bîne. Raya giştî ya cîhanê dema ku ku çavê xwe li êrişên Tirkiyê û rêbazên şerê wê digire, wisa xuya ye ku ew ji van êrişan razî ne."

Emîne Osê bal kişand ser nebaşbûna rewşa herêmên dagirkirî û got: "Bandora bêîstiqrariya herêmên dagirkirî li herêmên din diyar bû. Ev yek xirabûna rewşa li herêmên dagirkirî çi aliyê aborî de an jî teşwîqkirina şaneyên veşartî de xuya dike, da ku şane bi xizmên xwe re di nava têkiliyan de bin û bi vê yekê tevlihevî û bêîstiqrariyê li herêmên Rêveberiya Xweser biafirînin."

ʹJÊDERA ŞANEYÊN VEŞARTÎ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BÛʹ

Emîne Osê îşaret pê kir ku jêdera şaneyên veşartî Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî bû û diyar kir ku perspektîf li wir dihatin dayîn da ku ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin û nebaşbûna rewşa aborî ya li wir rê li ber diyardeya qaçaxçiyê vedike, her wiha rewşa mirovî, bi taybet a jinan bandoreke neyinî li van herêman dike.

Emîne Osê bi bîr xist ku piştî rizgarkirina Baxozê piraniya serçeteyên DAIŞʹê reviyan herêmên dagirkirî ku ji wan re cihên ewle bûn û wiha pê de çû: "Ew çete sedema bêîstiqrarî û têkbirina ewlehî û tevna nîştimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, niha jî bi awayekî eşkere heman rolê li herêmên dagirkirî dilîzin.

Ji ber vê yekê gelek êrişên ku çeteyan pêk anîne, bi fermanên çeteyên ku ji van herêman reviyan û bi rêya têkiliyên bi kesên lawaz re pêk hatin da ku derbeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê da zanîn ku dagirkeriya Tirk şêniyên resen neçarî koçberiyê dike da ku projeya xwe ya bicihkirina penaberên Sûriyê li wan herêman bi cih bîne û di encamê de armanca Tirkiyê ya guhertina demografiyê pêk were.

Emîne Oso diyar kir ku armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser rizgarkirina herêmên dagirkirî ji çeteyan û dewleta Tirk e.

Di dewama axaftina xwe de Emîne Osê bal kişand ser bertekên şêniyên li herêmên dagirkirî yên li hemberî binpêkirin û sûcan û got: "Li herêmên dagirkirî gel ji kiryar û binpêkirinên wan bi hêrs bûye. Ji wê zêdetir rewşa aborî zehmet bûye û derfeta kişandina nefeseke bi azadî tune ye. Carê em dibînin xwepêşdanên bi banga derketina dagirkeran ji wan herêman tên lidarxistin. Her wiha rojane bertek li dijî binpêkirinan derdikevin."

Emîne Osê got ku Rêveberiya Xweser bi serdestiya xaka Sûriyê bawer e û di şerê li hemberî komên tundraw û DAIŞʹê û her êrişên bi armanca dagirkirin û parçekirinê de erka xwe bi cih anî. Her wiha diyar kir ku ev ne erka Rêveberiya Xweser tenê ye, heman demê erka tevahî sûriyan e.

Emîne Osê bang li gelê Sûriyê kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî xaka Sûriyê û serdestiya wê bi cih bînin û da zanîn ku Rêveberiya Xweser dê berpirsyariyên xwe bidomîne heta ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin, niştecihên resen ên li kampan li warê xwe vegerin û tevna sûrî ya resen bê parastin.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de got: "Pirsgirêka guhertina ziman û kiryarên din nîşan dide ku Tirkiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide beriya bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê dagirkirina van herêman bike rewşeke rast û tev li nexşeya xwe ya nû bike. Ji ber vê yekê ji tevahî sûriyan tê xwestin ku bi cidiyet li hemberî planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk bisekinin."

Peymana Lozanê sala 1923ʹyan di navbera dewleta Tirk a faşîst û hêzên hegemon de ji bo parçekirina Kurdistanê hat îmzekirin. Ev peyman piştî Peymana Sykes Picot sala 1916ʹan a di navbera Fransa û Brîtanyayê de pêk hat.

ANHA