​​​​​​​Komploya Navneteweyî komploya li dijî Rojhilata Navîn e

Piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, li herêma Rojhilata Navîn gelek bûyerên qewimîn. Wan bûyeran krîzek derxist holê ku heta roja îro dewam dike. Sedema sereke binxistina pêvajoya aştiyê û têkbirina fikrên demokratîk li herêmê û Rojhilata Navîn e û ya herî girîng jî tunekirina têgîna şerê gel ê şoreşgerî ye.

​​​​​​​Komploya Navneteweyî komploya li dijî Rojhilata Navîn e
8 cotmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Gelê Kurd ji gelên herî resen û kevnar ê Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ew gelê ku yekem car şaristaniyên mirovî li ser xaka wî derketin. Lê belê ev gelê kevnare ji dema têkbirina şaristaniya Medan (728-550 BZ) de li gorî destûr û mîsaqên navneteweyî û heta olî ji mafên xwe yên rewa bê par maye. Şaristaniya Medan bingehên rêxistinî, rêveberî, siyasî, leşkerî û navên fermî danîn, her wiha rêveberiya dewletê û têgehên leşkerî bi rêxistin kirin. Her çendî gelê Kurd hewl da mafên xwe bi dest bixe jî lê rastî hemleyên qirkirinê û asîmîlekirinê hatiye û bi dehan nimûneyên wan ên zindî hene.

Di serdema nûjen de, tevahî serhildan û raperînên ku gelê Kurd di oxira azadî û bidestxistina mafên xwe yên rewa de bi rê ve birine, hatin tepisandin. Hêzên mêtinger, di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl da bi rêya komplo û hemleyên leşkerî yên li dijî wî, têk bibe. Ji serhildana Mehmûd Berzencî ya yekemîn li Başûrê Kurdistanê (1919-1922) bigire û heta bi Serhildana Simko Axayê Şikak li Rojhilat (1918-1922), Serhildana Koçgiriyê ya li Bakurê Kurdistanê (1921), Serhildana Şêx Seîd (1925) û Serhildana Dêrsimê (1937-1938).

Ev raperîn û serhildanên Kurdan bi rêya tunekirina rêveberên serhildanan hatin tepisandin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker hewl da bi rêya tunekirina rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibe. Tayên wê yên destpêkê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bû ku beriya derbaya li Tirkiyê ya di 1980’î de, rêber Ocalan derbasî Sûriyê bû.

RÊVEÇÛNA KOMPLOYÊ LI HUNDIR

Salên 1970’yî, salên tijî bûyer û geşedan bûn, mafên gelê Kurd li tevahî Kurdistanê hatin çewisandin, bi taybet li Bakurê Kurdistanê. Desthilata Tirkiyê hewl da hemû tevger an jî partiyên li derveyî wê be, têk bibe. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk-Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de li ser wê demê wiha dibêje:

Piştî ragihandina damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêveberiya rêber Ocalan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 1978’an de, deweta Tirk hewl da partiyê û rêvebertiya wê bi hemû rê û rêbazan têk bibe. Ji lew re rêber Ocalan ji Tirkiyê derket û di 1979’an de berê xwe da Rojava, dûre bi salekê derbeya leşkerî li Tirkiyê di 12’ê Îlona 1980’yî de bi serkêşiya generalê Tirk Kenan Evren pêk hat da ku tevgerên şoreşger têk bibe. Hemû navend û saziyên dewletê veguherîn girtîgehê û desthilatdarên Tirkiyê dest bi girtin û revandina têkoşerên ji bo azadiyê û çalakgerên demokrat kir, piranî wan rêveber û alîgirên PKK’ê bûn. Desthilatê bi dehan pêşengên PKK’ê, mîna Mezlûm Dogan, Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Alî Çîçek, Muzaffer Ayata û Mistefa Karasû girtin.

Di Adara 1981’an de kadro û rêveberên PKK’ê li dijî pergala tundî û îşkenceyê ya li Zindana Amedê dest bi rojiya mirinê kir û gelek kadroyên PKK’ê di bin îşkenceyê de şehîd bûn.

Wê deme  Mazlûm Dogan li ser îşkence û şerê derûnî yê li dijî girtiyên li Zindana Amedê got: "Çima kes nikare li hember vê tariyê bibe ronahî? Ez ê bibim ronî?"

Di 20’ê Adara 1982’yan de, şeva Newrozê Mazlûm Dogan çalakiya fedaî kir û bi dirûşma "Berxwedan jiyan e, tesmîlkarî mirin e" şehîd bû. Dûre çalakiyên fedaî çêbûn û berbelav bûn.

Piştî serhildana li girtîgeha Amedê û destpêka Pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an, rêber Ocalan rêbaza têkoşîn û berxwedanê di çarçoveya têgeh û felsefeya şerê gel ê şoreşgerî de bi pêş xist. Rêber Ocalan wiha dibêje: “Ji sala 1987’an ve heta bi 9’ê Cotmeha 1998’an roja ji Sûrî veqetiyam, min bi xwe pêngavên dijwar û li pey hev amade kirin, ji bo ku ez oportunîzma tê ferzkirin û JITEM û kontrgerîllayên ev baş bi kar anîn pûç bikim, xebitîm.

Bêguman van hewldanan bi serê xwe nikarîbûn serketinê bînin; lê karîbûn oportunîzmê û pîlanên tesfiyê yên kontrgerîlla pûç bikin.”

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Dewleta Tirk di têkbirina PKK’ê de bi bin ket. Ji ber wê berê xwe da dewletên modernîteya kapîtalîst. Di 1988’an de hewldanek li DYA’yê re bi navê "Vemirandina serhildana li rojhilatê Tirkiyê bi rêya artêşa Tirk û artêşa DYA’yê" pêk hat. Armanca sereke ew bû ku PKK’ê têk bibin.

Piştî hewldana "vemirandina serhildanê" di navbera Amerîka û dewleta Tirk de û bi destpêka 1989’an re dewleta Tirk hemleyeke navneteweyî bi rêxistin kir ku rêber Ocalan ji Sûriyê derkeve. Di vê yekê de lawazî û belavbûyîna Ereban, nêzbûna ji Îsraîlê re di çarçoveya nakokiya Ereban û Îsraîlê de û kontrolkirina ava çemên Firat û Dîcleyê bi kar anîn.

Di 6’ê Gulana 1996’an de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya Gladioyê hewl da rêber Ocalan li paytexta Sûriyê Şamê bi rêya erebeyeke bombebarkirî, suîqast bike. Lê ev plan bi bin ket û tu encam bi xwe re neanîn. Ji ber wê zext li hikumeta Şamê kir ku rêber Ocalan ji Sûriyê derxe.

Rêber Ocalan, piştî gefên li dijî wî ji hêla dewleta Tirk ve, bi desteka yekser a ji Amerîka û dewletên NATO’yê şer li dijî Sûriyê pêk bînin, ji Sûriyê derket. Li dawiyê jî Sûriye radestî zexta dewleta Tirk bû û rêber Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê derket. Îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD’ê tevgerên rêber Ocalan ên li Sûriyê dişopandin. Rêber Ocalan destpêkê berê xwe da Moskovê, piştre Roma û ji wir jî çû Yewnanistanê û dûre çû Kenyayê. Di wê demê Amerîka, Rûsya û hemû dewletên Ewropayê hişyarî dan ku destûra vehewandinê nedin rêber Ocalan. Rêber Ocalan dibêje: “Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo re têkildar e.”

Di wê demê de serfermandarê artêşa Tirk a dagirker Ilker Başbug wiha got: "DYA’yê bi pratîkî Ocalan radestî Tirkiyê kir. Armanc jî tunekirina wî û kontrolkirina partiyê ye.”

Têkildarî dîroka anîna rêber Ocalan li Tirkiyê anku 15’ê Sibata 1999’an de rêber Ocalan wiha dibêje: Roja anîna min 15’ê Sibatê bû. Ev roj, roja 15’ê Sibata 1925’an e ku di wê rojê de komploya li dijî Şêx Seîd hat destpêkirin. Piştî Dadgeheke Giravê ya şanoyî, di 29’ê Hezîrana 1999’an de biryara darvekirinê hat dayîn.”

XULASE

Sedema sereke ya dîlgirtina rêber Ocalan, destpêkê beravêtina xebata aştiyê ya ku wî daye destpêkirin û ya din jî têkbirina fikrên demokratîk li herêmê û Rojhilata Navîn e û ya herî girîng jî têkbirina felsefeya şerê gel ê şoreşgerî ye.

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan pêk hatiye, komploya li dijî tevahî Rojhilata Navîn e, ew destpêka derbasbûna rojava bi serkêşiya DYA’yê li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi hinceta demokrasiyê ye. Piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan Amerîkayê di 2003’yan de êrişî Iraqê kir, baregehên leşkerî li gelek herêmên Rojhilata Navîn ava kirin û heta pêla Bihara Ereban di 2010’an de dest pê kir.

Niha li Rojhilata Navîn krîzeke rasteqîn heye û rojane girêktir dibe. Li Iraqê, ji dema destwerdana Amerîkayê ve tu îstîqrarek çênebûye û piranî gelên li Rojhilata Navîn azarên rejîmên neteweperest dikişînin. Piranî dewletên rastî bûyerên Bihara Ereban hatine, hîna tu îstîqrar li wan dewletan tune ye, di serî de jî Sûriye, Lîbya û Yemen. Ji lew re rêber Ocalan di dema hevdîtina dawî ya di navbera wî û parêzeran de di 7’ê Tebaxa 2019’an de anku di dema amadekariyên dewleta Tirk a dagirker ên êrişkirina li dijî Rojava de wiha got: "Ez dikarim di hefteyekê de krîzê çareser bikim, dengê çekê bibirim.” Ji lew re heta roja îro tecrîdeke şidandî li ser tê ferzkirin.

Rêber Abdullah Ocalan hate dîlgirtin, lê têkoşîna xwe di girtîgeha Îmraliyê de dewam kir û Komploya Navneteweyî bi rêya pêşkêşkirina têgeha neteweya demokratîk û pêşxistina têgeha şerê gel ê şoreşgerî ku niha li tevahî Kurdistanê gihaştiye lûtkeyê, bi taybet li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têk bir. Bi hezaran rewşenbîr, lêkolîner û akademîsyen li Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî li fikir û felsefeya rêber Ocalan derdikevin.

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan heta îro jî didome, bi rê û rêbazên cuda nû dibe. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker êrişeke dagirkerî li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî, di 9’ê Cotmeha 2020’an de lihevkirinek di navbera hikumeta Kazimî û PDK’ê de ji bo têkbirina tecrubeya Rêveberiya Xweser a Şengalê hate îmzekirin. Tecrîda li dijî rêber Ocalan hate girankirin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê bi hemû çekên nûjen û qedexekirî, di nava bêdengiya navneteweyî de zêde kirin. Ev jî nîşane ye ku dewletên hegemon ên kapîtalîst, di serî de Amerîka û Îsraîl naxwazin şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe.

ANHA