​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-10-2022`YAN
8 cotmeh, 2022   23:00

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi rasthatina salvegera 3`yemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî li pêşiya navenda NY`yê ya li Qamişlo daxuyanî dide û bîlançoya sûcên ku di 3 salan de pêk hatiye eşkere dike saet di 11:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo li dijî komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan dadikevin qadan saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Weqfeya Hevdestî ji bo qurbaniyan (Tazour) û Rêxistina Sûrî ji bo rastî û edaletê, hemwextî salvegera 3`yemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, komxebata yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe saet di 09:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ji qada Azadî ya Dêrikê dest bi xwepêşandanê dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a navçeya Çilaxa têkildarî komploya navneteweyî daxuyanî li geraca navçeya Çilaxa dide saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan saet di 11:30`an de ji qada Jina Azad a Kobanê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê bi boneya slavegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan xwepêşandan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên rojavayê Dêrazorê li dijî komploya navneteweyî û ji bo şermezarkirina dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdulalh Ocalan û ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî xwepêşandan li dar  dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû îmkanên xwe hewl dide herêmên dagirkirî wekî rewşekê ferz bike û beriya bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê tev li nexşeya xwe bike. Emîne Osê got rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Suriyê da zanîn ku ew ê rêya şehîd Sara û Rûken bişopînin û wiha got “Dijmin nikare jinan tune bike, heta ku jinên wekî şehîd Sara û şehîd Rûken hebin, dijmin nikare axa me dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku armanca wan a bingehîn têkbirina armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Ciwanan got ew yek bi rêya fikrên rêber Ocalan, pêkanîna wan û azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, li herêma Rojhilata Navîn gelek bûyerên qewimîn. Wan bûyeran krîzek derxist holê ku heta roja îro dewam dike. Sedema sereke binxistina pêvajoya aştiyê û têkbirina fikrên demokratîk li herêmê û Rojhilata Navîn e û ya herî girîng jî tunekirina têgîna şerê gel ê şoreşgerî ye.

RAPOR

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû îmkanên xwe hewl dide herêmên dagirkirî wekî rewşekê ferz bike û beriya bidawîbûna sedsaliya Peymana Lozanê tev li nexşeya xwe bike. Emîne Osê got rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca stratejîk a Rêveberiya Xweser e.

Lihevkirina 9`ê Cotmeha 2020`an a li dijî Şengalê girêkek maye ku komplogeran li hember berxwedana civata êzidî nekarî li Şengalê wê vekin. Civata êzidî ev lihevkirina di bin navê qanûnê de li dijî vîn û îradeya êzidiyan li Şengalê bi nav kir.

CÎHAN

Dewleta Tirk derbasî xeta gazê ya li Afrîkayê bû û ew sûdê ji serhişkiya Cezaîrê ya li hember Mexribê werdigire û hewl dide xeta boriyên Nîjeryayê li şûna di Cezaîrê yan jî Mexribê re derbas dibe, di Lîbyayê re derbas bibe. Li gorî çavdêran, Enqere guh nade hevalbendên xwe û hemûyan ji bo ji pêkanîna ajnîdeyên xwe bi kar tîne. Li aliyekî din jî hate gotin ku alîgirên Sedr dibînin ku bêbandorkirina xebatên komên çekdar li piraniya bajarê Iraqê "şikestineke meydanî" ye.

ANHA