Forma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan banga rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk kir

Forma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê, bang li bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê kir, her wiha dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir. Formê bang li hemû pêkhateyan kir ku li hember planên dagirkeriya Tirk bibin yek.

Forma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan banga rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk kir
Forma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan banga rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk kir
Forma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan banga rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk kir
Forma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan banga rawestandina sûcên dagirkeriya Tirk kir
8 cotmeh, 2022   19:59
QAMIŞLO

Bi dehan endamên sazî û partiyên jinan, endamên formê li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û bi boneya salvegera 3`yemîn a dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya formê Jiyan HIsên, endama Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Taza Başî û endama Yekitiya Jinên Suryan Sebah Silêman Şabo ve hat xwendin,

Di daxuyaniyê de rola ku dewleta Tirk a dagirker di gûrkirina aloziya Sûriyê de lîstiye hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku tevî lihevkirinên agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kiriye, lê hîna bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike. Li rex wê jî, bi rêya avê şerê herêmê dike.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin, qada hewayî ya herêmê bigirin. Her wiha bang li aliyên di qada Sûriyê de çalak in û garantorên agirbestê ne hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku dagirkeriya wê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û yên jinan hat kirin ku li hember timayên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên dermirovî yên li dijî jinan li herêmên dagirkirî, hevgirtî bin. Her wiha bang li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker û şerê wê yê taybet bibin yek, têkoşînê mezin bikin da ku ewlehiya li herêmê, jiyana hevbeş û biratiya gelan biparêzin.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê beşdaran, mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA