Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Ocalan komploya navneteweyî şermezar kir

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya rêber Ocalan, bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir û bang li dewlet, rêxistinên edaletê û gelan kir ku piştgiriya xwediyên dozên adil û rewa bikin û komploya navneteweyî ya şaş ku bingeha wê ya qanûnî tune ye, bi dawî bikin.

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Ocalan komploya navneteweyî şermezar kir
8 cotmeh, 2022   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya rêber Ocalan bi rasthatina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Daxuyaniya însiyatîfê wiha ye:

“24 sal li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku sembola azadî, doza kurd û damezrînerê projeya neteweya demokratîk, derbas dibe.

Em vê komployê şermezar dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan binpê kir. Komploger hewl didin projeya li herêmê ku demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera gelan de ji xwe re kiriye bingeh, tune bikin. Ji bo wê damezrînerê wê dîl girtin.

Em di wê baweriyê de ne ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan a têkildarî jinan, ji bo sazkirina çareseriyên alternatîf ên girêdayî dozên jinan, zemîneke xurt ava dike.

Em bang li hikumetên têkildar û rêxistinên adil dikin ku piştgiriya xwediyên dozên adil û mafên rewa bikin, bi rêya bidawîkirina komploya navneteweyî ku bingeha wê ya qanûnî nîn e. Her wiha em bang lê dikin propaxandaya li dijî birêz Ocalan û kurdan rawestînin ku bi terorê wan tawanbar dikin.

Em careke din destnîşan dikin ku careke din komployê bi dawî bikin. Dem hatiye ku dengê heq û azadiyê bilind bibe. Bi hev re li ser bingeha azadî, edaletê û hemû qanûnên mafên mirovan kar bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

ANHA