​​​​​​​Welatiyên Qamişlo: Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî xiyaneta PDKʹê rabe

Welatiyên bajarê Qamişlo bang li tevahiya gelê Kurd û bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re rabin.

​​​​​​​Welatiyên Qamişlo: Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî xiyaneta PDKʹê rabe
7 cotmeh, 2022   03:20
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kurdistanê bi giştî û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî didomin. Li hember van êrişan jî berxwedaneke bêhempa ji aliyê gerîlayên azadiyê ve tê meşandin.

Welatiyên Qamişlo hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û destnîşan kirin ku ew tu carî xiyanetê qebûl nakin û yên ku PDK’ê şerê wan dike, keç û xortên Kurd in ku li hember zilm û komkujiyan disekinin.

Welatiya bi navê Rebîa Qewas got: “Xiyanet êdî bû yek ji sîfeta malbata Barzanî. PDK’ê bi dehan keç û xortên me hedef girtin û rê li ber artêşa Tirk a dagirker vekir da ku li dijî çiyayên me yên azad dest bi şer bike.”

Rebîa Qewas destnîşan kir ku yên ku li çiyayên Kurdistanê li hember zilm û komkujiyan disekinin keç û xortên Kurd in ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine da ku xaka Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin.

Rebîa Qewas bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyên çekan, di nav de çekê kîmyewî êrişî çiyayên Kurdistanê dike da ku berxwedanê têk bibe û bi alîkariya Kurdên xayîn xaka Kurdistanê dagir bike.

ʹDIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI HEMBER PDK’Ê BISEKINEʹ

Rebîa Qewas destnîşan kir ku dîrok dê xayînan efû neke û got: "Heta em hebin em ê malbata Barzanî efû nekin."

Di dawiya axaftina xwe de Rebîa Qewas bang li Kurdên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK’ê rabin û got: "Divê PDKʹê dev ji xeta xiyanet û sîxurtiyê berde. Em tev gelek in, divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê li hember planên PDK’ê yên li dijî Kurdan rabe û zextê li wê bike ku ji vê rêyê vegere.”

ʹBILA JI BO DOZA XWE NE JI BO DAGIRKERIYÊ KAR BIKEʹ

Welatiya bi navê Delal Bidûr jî got, divê PDK’ê bizane ku azadiya Başûrê Kurdistanê bi azadiya Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye, ji ber wê jî serkeftina Şoreşa Rojava dê bibe sedemek ji bo destpêkirina şoreşan li parçeyên din ên Kurdistanê.

Delal Bidûr destnîşan ku heke PDK’ê bixwaze kar bike bila ji bo doza gelê xwe, ne ji bo dagirkeriya Tirk û li ser hesabê gelê xwe kar bike.

Di dawiya axaftina xwe de, Delal Bidûr bang li PDK’ê kir ku ji xeta xiyanetê û sîxurtiya ji dagirkeriya Tirk re vegere û got: "Pêwîstiya rewşa Kurdistanê û gelê Kurd bi yekitî û hevgirtinê heye da ku Kurdistaneke azad were avakirin.ʹʹ

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Mihemed Gozê diyar kir ku di dîrokê de du rêbaz di civakan de hene, yek berxwedan, têkoşîn û fedayîtiyê, yek jî xiyanet û sîxurtî ye ku  malbata Barzanî jî xweş mînak e.

ʹKEMÎNA XILÊFANÊ HEVKARIYA BI DAGIRKERIYA TIRK RE EŞKERE DIKEʹ

Mihemed Gozê kemîna li herêma Xelîfanê bi bîr xist ku ku çekdarên PDKʹê 5ʹê Îlona borî ji komeke gerîlayan re danî û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 birîndar bûn û ev li gotina xwe zêde kir: "Heke PDK’ê di komployê de ne hevkar ba, artêşa Tirk tu carî nedikarîbû xwe bigihanda gerîla, ji ber ku gerîla dizanin diçin kuderê û li dûrî xetên şer in, yanê roleke PDK’ê ya îstixbaratî li dijî gerîla heye, ev jî hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re eşkere dike.”

Gozê destnîşan kir ku armanca PDK’ê ji hevkariya bi dagirkeriya Tirk re ne tenê têkbirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye, lê belê dixwaze hemû destkeftiyên gelê Kurd jî tune bike.

Mihemed Gozê bang li gelê Kurd kir ku dîroka Kurdî baş bizane û dîrok û rastiya şoreşan baş fêm bike û nas bike kî ji bo şoreşê û kî li dijî kar dike.

(mh)

ANHA