Zîlanên hemdem Sara û Rûken rêveçûna dîrokê guhertin

Li hemberî qirkirinê, di pêşengiya jinên Kurd de fedaîtî li Kurdistanê bû xeteke têkoşînê. Li dijî êrişên tesfiye û qirkirinê, Zîlanên nûjen Sara û Rûken jî mohra xwe li dîrokê da û domana vê dîrokê guherand. Malbata şehîd Rûken diyar kir ku dê şopdarên Rûken û Sarayê bin.

Zîlanên hemdem Sara û Rûken rêveçûna dîrokê guhertin
7 cotmeh, 2022   00:47
QAMIŞLO - DELÎLA GABAR

Tevgera Azadiya Kurdistanê di demekê de ku li ser Kurdan komkujî pêk hatibûn û qirkirin li ser wan dihate ferzkirin, li dijî dijminên qirker dest bi têkoşîna çekdarî kir. Di nava vê têkoşîna 40 salî de jî gelek serdemên ku hêzên dagirker bi hemû hêza xwe dixwestin Tevgera Azadiyê û Rêbertiya wê tesfiye bikin û gelê Kurd di qirkirinê re derbas bikin, çêbûn. Di van serdeman de bi pêşengiya Zîlan (Zeynep Kinaci) fedaiyên demê mudaxaleyî pêvajoyê kir û domana dîrokê guherand. Zîlanên nûjen Rûken û Sara jî bûn fermandarên vê pêvajoyê.

ŞÊWAZÊ FEDAÎ YÊ ZÎLANÊ

Çawa ku Zîlan di demeke ku klîka şer li Kurdistanê şerekî hovane dabû destpêkirin û dixwest Kurdistanê ji nû ve dagir bike de û konsepta tesfiye li ser PKK’ê dihate meşandin û êrişên xwe gihandibûn Rêber Ocalan de bi çalakiya xwe ya fedaî ku li Dêrsîmê pêk aniye bersiva dagirkeran da. Bi vê çalakiya fedaî îspat kir ku li hemberî van êrişan dikarin dijmin tune bikin. Vê yekê di dilê dijmin de tirseke mezin ava kir, her wiha di dilê jin û gelê têkoşer de jî wêrekiyeke mezin a têkoşînê çêkir. Ji her kesî re diyar kir ku kesekî tenê be jî bi rihê Apoyî dikare tirsê bixe dilê dijminê xwe. Ev plansaziyên tunekirinê hemû ser û bin kirin, dagirkeran dixwestin di şexsê Rêber Ocalan de dîrokeke din a têkbirina Kurdan û lehengtiya Tirkan binivisînin. Lê çalakiya Zîlan ku bû tarzekî ku di şertê herî zehmet de bersivê dide dijmin, ev dîrok berovajî kir.

Şopdarên Zîlanê yên nemir Zinar, Doga, Êriş, Andok û hê gelek fedayiyên din jî, ew xeta fedaî şopand û nîşanî her kesî da ku kesên ku rihê Apoyî xwe afirandine dikarin canê xwe di oxira azadiya gelê xwe de feda bikin û çi dibe bila bibe dê di cihê herî asê yê vî dijminî de li wan bidin û êrişên wan tune bikin.

ZÎLANÊN NÛJEN BERSIVA KOMKUJÎ Û QIRKIRINÊ DA

Herî dawî du fedaiyên din du Zîlanên nûjen Sara û Rûken mohra xwe li têkoşîna azadiya gelê Kurd da. Di demeke ku li ser gelê Kurd komkûjî û qirkirin tên meşandin, erdnigariya wan tê dagirkirin, li ser gerîlayên azadiyê bi hemû teknîka NATO û çekên kîmyewî êrişên tesfiyeyê tên meşandin û li ser Rêber Ocalan tecrîdeke giran tê pêş xistin û rojane cenazeyên girtiyên azadiyê ji zindanan derdikeve de, van herdu fedaiyan ‘li cihekî herî ewle’ yê dagirkeran de li wan dan û pergala wan binguhê hev xistin. Berdevkên dagirkeran îddîa dikirin ku kengê û kû derê bixwazin dikarin dagir bikin, bi hêza wan a teknîk her tişt di bin kontrola wan de ye, jixwe hejmareke kêm ya gerîla maye û yên mayî jî reqema pêlavên wan nas dikin. Lê dijberî wê cihê wan yê herî ewle fedaiyên nûjen li wan xist û ew şaşo maşo kirin. Nîşanî dagirkeran dan ku tenê du kes jî bimînin fedaiyên Apoyî dikarin dagirkeran bihejînin û tune bikin. Car din ew çîroka lehengtiyê ya dagirkeriya Tirk berovajî bû, êrişa qirkirinê ya li ser gelê Kurd vala hate darxistin û koşkên hêzên qirker hatin hejandin.

JINA KURD PÊŞENGIYA FEDAÎTIYÊ KIR

Bi taybetî jî pêşengên ev xeta fedayitiyê jin bûn. Jina Kurd ku bi sonda azadiyê îdda û biryardariya tekoşînê da, bi rihê fedaî tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê de gavên mezin avêtin û bûne pêşengên deman. Dîroka Kurdistanê ji berxwedanî û rihê fedaî ya jina Kurd her tim xwe bi tîpên zêrîn dixmilîne. Du jinên Kurd dilwêrek, çeleng û evîndarên azadiyê xwe li ser şopa xwedawenda xwe Zîlan di nava refên şopdarên rêya Zîlan de xwe perwerde dikin, ji bo tola hevrêyên xwe yên ku ji bo azadî û parastina Kurdistanê şer dikin û li dijî wan bombe û çekên kîmyawî tên bikaranîn hilînin; ya herî girîng jî, ji bo dawî li zilm, dîlgirtin û êşkenceyên giran ên li zindanan bînin, bi şêwazekî profesyonelî, bi taktîk û teknîkekî jêhatî di cihek ku dijmin qet çaverê nedikir çalakiya fedaî pêk anîn. Bi şêwaza ku dijmin mat bike, şevekê ji nişka ve li dijmin xistin.

Şervanên li ser rêya heqîqetê Sara û Rûken jî du şoreşgerên jin ên dibin şopdarên rêya sembola Xwedawendiyê Zîlan in ku pêvajoyeke li ser rêber Apo tecrîda girankirî tê pêkanîn û gelê Kurd û tevgera azadiyê bi her awayî qirkirinê re rû bi rû dimînin de bi çalakiya ku li darxistin ve darbeyeke mezin li dewleta Tirk a dagirker xistin. Ev yek şiyariya jinan li dijî tesfiye û qirkirinê û hasasiyeta wan ya azadiyê jî nîşan dide. Di heman demê de bi çalakiya xwe diyar kir ku gerilayên fedaî yên tevgera azadiyê li ku derê bixwazin li wir derbe li dijminê xwe dixin.

KEÇA FEDAÎ YA BOTANÊ ŞAGIRTA SARAYÊ YE

Şervana azadiyê Sara li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, di nava malbateke welatparêz a eşîra Goyî de ji dayik bû. Li xaka Botanê ya pîroz bi hişmendî û çanda Kurdîtiyê mezin bû, lê belê ji ber zilm û zexta dewleta Tirk neçar dimîne ku di zarokatiyê de koçî metropolên Tirkiyê bibe. Di temenê xwe yê ciwantiyê de ked nas kir, kedkarî û xebatkarî taybetmendiyên herî eşkere yên taybetmendiyê wê bûn. Tevî ku çûbû metropolan jî, aqlê wê timî li welêt, çiyê û hevalên li çiyê bû. Hîn di zarokatiyê de dixwest bibe gerîla, timî bi xeyalên gerîla mezin dibû. Sala 2009'an de tevlî nava refên gerîla dibe, di sala 2010'an de cihê xwe di nava Hêzên Taybet de girt. Di pêvajoya perwerdeya Hêzên Taybet de ji pêşeng û damezrînerên Partiya PKK'ê Sara (Sakîne Cansiz) çand û rêbaza jiyana PKK'î hîn bû ku pê re ma, hevrêtî pê re kir û manewiyata herî bi wate pê re parve kir. Rastiya jin a azad a di kesayetiya Sakîne Cansiz de şênber bû, ji xwe re kir rêgeha meşa şoreşgerî.

Bi kesayetiya xwe bi manewiyatê dagirtî ku taybetmendiya diyarker a karaktera wê bû, timî bi hestên fedaîtiyê jiya. Piştî ku fermandar YJA Star Jînda Ozgur (Nûrcan Ekîncî) nas kir ku sala 2017'an dema Fermandara YJA Starê ya eyaleta Garzanê bû şehîd ket, her timî bi heyranî da ser şopa wê. Bi baldarî bi ked, sebir, dilnizimî û dilsoziya bi Rêbertî ya wê re daket, bi baldarî ew şopand û weke pêşengekê ji xwe re kir esas.

‘EM DÎROKA XWE DINIVÎSIN’

Şehîd Sara tevlêbûna xwe ya nav refên PKK’ê, lêhûrbûn û armanca xwe û hewldanên ji êrişên li ser çar parçeyên Kurdistanê û Rêber Ocalan wiha tîne ziman. “Soza min ya zarokatiyê bû ku min digot ez mezin bibim, ez ê beşdarî nav refên PKK’ê bibim. Li ser vî esas di sala 2009’an de tevlîbûna me ya partî çêbû. Ji bo wate û girîngiya PKK’ê mirov çiqas pênase bike jî, dîsa mirov kêm dimîne. Yê ku herî zêde vê rastiyê jiyan dike, gerîla û rastiya gerîla ye.  Di vê wateyê de rastî, jî vegera cewherê xwe, bûyîna ya xwe, xwedî derketina nirx û dîroka xwe ye. Em dîroka xwe dinivîsinin, tiştek ji vêna bi watetir û qîmettir nîne. Îda me jî li ser vê esasiyê ye ku em bikaribin heqîqeta rêbertî bi cewherî bikin. Li gorî heqîqeta rêbertî kesayeta xwe ava bikin û dema ku em tê de derbas dibin demên ku pir giran in li gorî vê heqîqetê bijîn.

Ev dema em tê de kêliyên gihaştina lûtkeya herî bilind in. Yê ku dikeve li ser milê me rastî jî em bikaribin, di şexsê xwe de gerilayên zaferê, gerilayên serxistinê bidin avakirin û bikaribin ji yê heyî re bêjin êdî bes e; em bikaribin şert, merc, tecrîd û îşkenceya ku rêbertiya me tê de ye, jê re bêjin êdî bes e û dawî li wê rewşê bînin. Ji bo wê jî hîn zêdetir li ser kesayeta xwe de çûyîn, kesayeta xwe avakirin û ji dema ku em weke tevger tê de ne, ji bo êrişên ku li ser her çar  parçeyên kurdistanê li ser gelê me û tevgera me tê meşandin, li hember wêna bûna bersiv û em bêjin erk û berpirsyartiyên demê yên ku li ser me ferz dikin bi ihanîna wan li ser vê esasê xwe amedekirin e.”

‘SEKNA HEVAL DOGA Û HEVAL ZINAR BANDOREKE MEZIN LI MIN KIR’

Şervana azadiyê Rûken jî li gundê Biliqiyê yê navçeya Amûdê ya Qamişloyê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Dibistana seretayî li gundê Biliqiyê dixwîne, piştî wê berê xwe dide bajarê Qamişlo dibistana navîn berdewam dike. Dema Şoreşa Rojava destpê dike, her ku kêliyê şoreşê tê jîn ew heskirina welat û jîna azad di dilê keça ciwan Rûken de mezin dibe. Li hemberî zexta rejîma Baas a li ser Kurdan û gelên herêmê, bi Şoreşa Azadiyê ya li Rojava re her ku dem derbas dibe bala keça ciwan a ji Rojavayê Kurdistanê çiyayên azad ber bi xwe ve dikişîne. Bi rengekî çalak tevlî têkoşîna şoreşa li Rojava dibe, lê belê cardin bala wê timî li ser çiyayên azad e. Şervana azadiyê Rûken ketibû wê zanebûnê ku gefa herî mezin a li dijî hebûna Kurdan, dewleta Tirk a mêtinger û qirker e, ji bo li dijî dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê şer bike. Bi eşqa azadiyê di sala 2014’ de berê xwe dide çiyayên azad. Her kêliya jiyana xwe li ser şopa heqîqetê mîna keziyên xwedawendan dihûne. Piştî perwerdeya xwe ya şervana nû li ser daxwaza xwe pêşniyar dike ku derbasî nav Hêzên Taybet bibe û dest bi perwerdeya dewreya bingehîn dike.

Şehîd Rûken hestên xwe ji bo tevlêbûna nav refên Hêzên Taybet wiha diaxive: “Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav Hêzên Taybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedaî bi çalakiyên Heval Doga û Heval Zinar destpê kir. Ji ber herdu heval min di jiyanê de jî nas dikirin. Me bi Heval Doga re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî li heman navendê man. Sekin û tevlîbûna van hevalan bandoreke mezin li min kir.”

MALBATA ŞEHÎD RÛKEN: EM Ê ŞOPDARÊN RÊYA ŞEHÎDAN BIN

Der heqê jiyan û çalakiya şehîd Rûken de malbata wê jî hestên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Dayika şehîd Rûken, Faîze Feremez diyar dike ku bi keça xwe serbilind in û wiha berdewam kir: “Keça min Rûken pir zane bû, rojek kes jê aciz nebû, bi dil û can kar dikir. Keda keça xwe pîroz dibînim, çalakiyeke pir mezin kir, serê gelê Kurd hemû pê bilind e. Şehîd Rûken û şehîd Sara derbasê tabûra şehîd zîlan bûn, ev tişteke pîroz e, em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin.”

Bavê şehîd Rûken, Feremez Mûsa Hisên jî diyar dike ku kêfa her kesî jê re dihat û ew bi şehadeta keça xwe pir kêfxweş in û serê rêhevalên wê yên çiyayên azad jî pê bilind e. Bavê şehîd Rûken wisa dirêjî dide axaftinên xwe: “Em şehadeta şehîd Rûken û Sara diyarî gelê Kurd dikin. Heval û hogirên wê bi hesreta wê rûkenê bûn. Em çekê şehîd Rûken li erdê nahêlin. Em weke malbata şehîd Rûken soz didin ku şopdarê rêya şehîdan bin û gavekê di paş de navêjin. Em koletiyê qebûl nakin û nahêlin dijmin desthilatdariya xwe li ser me ferz bike û heta ku ev partiya me heye, em jî hene. Hebûn û tunebûna me girêdayî tevgera azadiyê ye.”

Xwişka şehîd Rûken, Rîhan Feremez diyar dike ku şehîd Rûken bi temenê xwe ji wê biçûktir bûye, lê bi fikrê xwe jê mezintir bûye û bi van gotinan bal kişand ser çalakiya her du fedaiyan: “Çalakiya ku şehîd Rûken û Sara, li hemberî dijmin kirin wê di dîrokê de were nivisandin ku jin çawa tevger dike û tiştek li pêşiya wan nabe asteng. Şehîd Rûken pir ji gelê welatê xwe hez dikir, her tim digot em ê bi ser kevin. Dewleta Tirk bi balafirê xwe yê bêmirov şerê me dike, lê şehîd Rûken û Sara çalakiyek di nav dewleta Tirk de pêk anîn û canê xwe fedabkirin, ji dijmin re îsbat kirin ku em bi şervanên xwe xurt in, ne bi teknîk.”

Her wiha xwişk, bira û dapîra şehîd Rûken jî diyar kir ku dê li soza şehîd Rûken û Sara xwedî derkevin û li hemberî dijmin serî natewînin.

ANHA