Bankên Lubnanê heta demeke ne diyar hemû şaxên xwe li welat girtin

Bankên bazirganiyê yên Lubnanê hemû şaxên xwe yên li welat heta demeke ne diyar girtin, tenê xerçkirina otomatîk ya ferdan û zebûnên şîrketan di xizmetê de hiştin.

Bankên Lubnanê heta demeke ne diyar hemû şaxên xwe li welat girtin
7 cotmeh, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, piştî rêzebûyerên serdegirtina bankan, bankên Lubnanê bi giştî biryar da heta demekê ku deriyên xwe li pêş xerîdarên xwe bigirin.

Du kesên ji Reutersê axivîne, bi bîr xistin ku dê bank xebatên xwe yên lezgîn ji xerîdaran û xizmetên nivîsgehan ji bo şîrketan dewam bikin.

Piştî rêzekiryarên serdegirtinê, bankan nêzî hefteyekê meha borî deriyên xwe girtin. Lê piştî tedbrên ewlehiyê yên hişk ji nû ve bank hatin vekirin.

(fr)