Fermandariya Navendî ya DYAʹyê: Hêzên me li Sûriyê operasyonek li dijî DAIŞ’ê pêk anî

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê li gundewarê Qamişlo operasonek li dijî serçeteyekî DAIŞ’ê pêk anî, di encamî de serçeteyek hat kuştin û 2 hatin girtin.

Fermandariya Navendî ya DYAʹyê: Hêzên me li Sûriyê operasyonek li dijî DAIŞ’ê pêk anî
6 cotmeh, 2022   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hêzên Amerîkayê li gundewarê Qamişlo operasyonek pêk anî û di encamê de serçeteyekî DAIŞʹê hat kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

“Şeva borî hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bi beşdarbûna helîkopterekê operasyonek li nêzî gundekî Qamişlo yê bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anî. Operasyon serçeteyê bi navê Rekan Wehîd Şemerî yê berpirsê DAIŞ’ê ye û bi derbaskirina çekan ji bo hêsankirina çalakiyên DAIŞ’ê tê naskirin, hedef girt û di encamê de kesê hedefgirtî hat kuştin û 2 ji hevkarên wî birîndar bûn. Hêzên Amerîkayê 2 hevkarên wî girtin.

Di operasyonê de, tu birîndar an kuştin di nava hêzên me û sivîlan ne çêbûne, her wiha ziyan negihiştin alavên Amerîkayê.ʹʹ

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kolonêl Joe Putchino got: “Fermandariya Navendî ya Amerîkayê bi hevkarên me re, ji bo têkbirina DAIŞ’ê pabend e.”

Çavkaniyên ewlehî ji ajansa me re gotibûn, hêzên Amerîkayê di saetên sibehê de  operasyoneke hawayî li nêzî gundê Milûk Seray ê başûrê rojhilatê Qamişlo ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, pêk anî.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku operasyon bi helîkopteran pêk hat û di encamê de kesê bi navê Ebû Hayik ê ku termê wî li nêzî çemekî li wî gundî hatibû dîtin, hat kuştin û hevjîn û kurên wî, ji nav wan Beşar Îbrahîm El Îbrahîm û Qusey Luqman Derwîş hatin girtin.

(mh)