ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2022
6 cotmeh, 2022   23:00

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê  li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina welatiyan meşekê li Dêrikê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya otubîsa gerok a ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ve ji bo şermezarkirina şerê taybet û penaberiyê, di roja duyemîn de li Minbicê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hemberî qirkirinê, di pêşengiya jinên Kurd de fedaîtî li Kurdistanê bû xeteke têkoşînê. Li dijî êrişên tesfiye û qirkirinê, Zîlanên nûjen Sara û Rûken jî mohra xwe li dîrokê da û domana vê dîrokê guherand. Malbata şehîd Rûken diyar kir ku dê şopdarên Rûken û Sarayê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên bajarê Qamişlo bang li tevahiya gelê Kurd û bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dagirkeriya Tirk re rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi boneya nêzîkbûna salvegera 3'yemîn a dagirkirina Girê Spî, koçberên Girê Spî bêdengiya navneteweyî li hember siyasetên dewleta Tirk di axên wan de şermezar kir û piştrast kir ku tişt bi destê zorê hatiye standin, tenê bi zorê tê vegerandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê ji bo vegerandina qada keskahî ya bajêr, bi rêya piştgiriya projeyên ekolojî û destpêkirina hemleyên çandina daran û paqijiyê, xebatan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên çalakiya konvedanê ya li bajarê Hesekê gotin dewleta Tirk a dagirker vîna jinan dike armanc  û bang li jinan li seranserî cîhanê kir ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin û dewa mafên xwe û azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Rûspiyên bajarê Minbic û gundewarê wê diyar kir ku plan û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê re eşkere bûne û got, kombûna gel li derdora QSD û Rêveberiya Xweser wê planên dijmin têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di sîstema Îmraliyê de ku ji Guantanamoyê xirabtir bûye, 24 sal e rêber Abdullah Ocalan girtî û dîlê siyasî yê hêzên navneteweyî ye û helwesteke dîrokî raber dike. Ne berxwedan û dîlbûna wî, ne jî kiryarên li dijî wî di sedsala 21'an de nimûneyên wan nîn in. (BI WÊNE).

- Piştî nêzî 3 salan ji dagirkeriyê, metirsî li ser Serêkaniyê û Girê Spî zêde bûne. Hewldanên dewleta Tirk ên ku wan bike herêmên Tirkiyê, demografiya wan biguherîne û li herêmê bêîstiqrarbûnê çêke, didomin. Vê yekê jî bi rêya êrişan û birîna ava vexwarinê ji Hesekê pêk tîne. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Ji Îranê heta Tirkiyê, ji Tirkiyê heta Sûriyê û ji Sûriyeyê heta Başûrê Kurdistanê hedefgirtin û qetilkirina jinan ji aliyê rejîmên zordest û sîstema baviksalarî ve yên rejîma Tirk û Îranê û hevkarên wan didomin ku qirkirina jinan, çewistandina wan bi hemû rêbazan ji xwe re kirine bingeha xurtkirina hebûn û domdariya xwe.

ANHA