​​​​​​​Cenazeyê temenmezinekî, îşkencekirî li Efrîna dagirkirî hate dîtin

Şêniyên bajarê Efrîna dagirkirî, îro cenazeyê temenmezinekî, îşkencekirî li gundê Tirindê dîtin.

​​​​​​​Cenazeyê temenmezinekî, îşkencekirî li Efrîna dagirkirî hate dîtin
5 cotmeh, 2022   16:41
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji Efrîna dagirkirî dan zanîn ku şêniyan cenazeyê temenmezinekî 50 salî di hundirê odeyekê li ser rêyekê li nav erdan, li gundê Tirindê yê bajarê Efrînê dîtin, ku şopên îşkenceyê lê diyar bûn.

Çavkaniyên din destnîşan kirin ku cenaze li nêzîkî navendekî çeteyên “Sultan Murad” bû.

(mh)

ANHA