​​​​​​​Desteya Ciwanan û Werzîşê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek li dar xist

Îro Desteya Ciwanan û Werzîşê li hola Zana ya Qamişlo, ji bo şîrovekirina armancên komploya li dijî rêber Ocalan û rola ciwan û jinan di têkbirina wê de, panelek li dar xist.

​​​​​​​Desteya Ciwanan û Werzîşê li ser komploya li dijî rêber Ocalan panelek li dar xist
5 cotmeh, 2022   16:38
QAMIŞLO

Îro, Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi hestên tolhildanê komployê hilweşîne û tecrîdê bişkîne” bi beşdariya nûnerên Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê û tevgerên ciwanan ên herêmê û endamên saziyên civaka sivîl, panelek li dar xist.

Panel li hola Zana ya Qamişlo hat lidarxistin. Di serî de Şêwirmendê Giştî yê Karûbarên Sivîl ê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêzan Gulo bixêrhatina beşdaran kir û wiha axivî: “Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyet cîhan bi qitubeke tenê ve hat girêdan, hemwextî wê şerê Kendavê dest pê kir, Amerîka xwest tevahiya xêr û bêrên Rojhilata Navîn kontrol bike.”

Gulo wiha domand: “Hêzên navneteweyî li hember tevgerên erênî yên girêdayî rewşa Kurdan li herêmê, helwestên neyênî nîşan dan, her wiha hêzên navneteweyî ji ber fikrê rêber Ocalan ê azad û yê ku li nav gelê xwe û gelên herêmê belav kiriye, li dijî wî komployek da meşandin.”

KOMPLO BI AWAYEKÎ DIN DIDOME

Gulo diyar kir ku tevî ku 20 sal li ser komployê derbas bûye jî, lê ew bi awayekî din didome û got: “Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê di çarçoveya domandina komployê de ne, ji ber ku pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin xwe dispêre fikrê rêber Ocalan û projeya wî ya demokratîk.”

Di dawiya axaftina xwe de, Gulo destnîşan kir ku projeya rêber Ocalan komplo têk bir û serkeftina projeya wî dawiya Tirkiyê û hevkarên wê tîne, her wiha ew proje dibe destpêka çareseriya kirîza Sûriyê û Rojhilata Navîn.”

Piştre sînevîzyonek li ser armancên komployê û sedemên hedefgirtina rêber Ocalan û derketina wî ji Rojhilata Navîn, hat pêşandan. Piştre cîgira hevseroketiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Hemrîn Elî li ser mijara yekemîn a panelê ya bi navîşan “armanc ji komploya li dijî rêber Ocalan çi ye”, axivî.

DÎLGIRTINA RÊBER OCALAN KUŞTINA DÎROKÊ YE

Hemrîn Elî diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê bi armanca têkbirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû ku astengiya herî mezin a li pêşiya hêzên hegemonîk ku dixwazin Rojhilata Navîn biguherin, Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

BÊDENGIYA QADA NAVNETEWEYÎ

Hemrîn Elî wiha domand: “Divê em baş nas bikin ku her êşek û zehmetiyeke gelê Kurd bi destê hêzên navneteweyî ye, her wiha hemû navendên ragihandina azad li paytextên kapîtazmê ne û destekê ji wan digirin, armanc jî tunekirina nîşanên têkoşînê yên li Rojhilata Navîn nexasim li nav şagirtên rêber Ocalan û ciwanên şoreşger.”

Hemrîn Elî diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan, tê wateya qetilkirina mirovahiyê û kerasateke mirovî ye û bêdengiya navneteweyî li hemberê, tê wê wateyê ku ew şirîkê vê sûcê ne.

Mijara duyemîn a panelê bi navîşan “rola ciwanan di têkbirina komploya li dijî rêber Ocalan de” bû ku ji aliyê hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel ve hat birêvebirin.

Berkel diyar kir ku rêber Ocalan rola ciwan û jinan di civakê de çalak kir, ji ber wê jî wî her tişt kir da ku ew bibin xwedî rol û pêşengiya civakê bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Gava hêzên kapîtalîst metirsiya zanabûna ciwan û jinên apoyî yên ku li hember hişmendiya dewletê serî rakirin û ber bi azadiyê ve ketin rê, nas kir, yekser rêber Ocalan dîl girt.”

Di dawiya axaftina xwe de Berkel bang li ciwanan kir ku van xalan baş nas bikin ku bi rêya wan dê komplo were eşkerekirin û têkbirin, ji ber ku ew, kesayeta şoreşgerî ne ku armanca rêber Ocalan e temsîk dike.

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin.

(mh)

ANHA