Yekitiya Mamostayan a Efrînê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir

Yekitiya Mamosteyan a herêma Efrînê Roja Mamosteyan a Cîhanê li hemû mamosteyên cîhanê pîroz kir. Yekitiya Mamosteyan bang li UNESCO, UNICEF û NY’yê kir ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser dibistan û saziyên perwerdeyê rawestînin.

Yekitiya Mamostayan a Efrînê Roja Mamosteyan a Cîhanê pîroz kir
4 cotmeh, 2022   11:44
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Mamostayan a herêma Efrînê li qada dibistaneke bajarê Til Rifetê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama yekitiyê Şîlan Alo ve û bi zimanê Erebî jî ji aliyê endamê yekitiyê Mihemed Bîlal ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Her sal 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê ye. Ev roj li ser pêşniyara UNESCO'yê ya sala 1966'an hatiye pejirandin. Ji sala 1994'an û heta îro, ev roj li hemû cîhanê tê pîrozkirin.

Wek tê zanîn mamoste karekî pir pîroz dikin û di avakirina nifşan de roleke dînamîk dilîzin; Ji ber ku armanca wan pêşxistina civakê ye. Ew bi beşa herî pak û hêja ya civakê re têkilî datînin ku ew jî zarokên me ne. Tiştê ku mamoste diçîne heya dawiyê di ruhê zarokên me de dimîne. Mamoste civakê ji tariyê ber bi ronahiyê ve dibe û ew pira ku paşeroj û pêşerojê bi hev ve girê dide. Mamoste pîroz e û jiyana xwe bi avakirina nifşan derbas dike û ronahiya zanist û şaristaniyê di destê xwe de hildigire. Mîna mûmekê dişewite da ku rêya nifşan ronî bike.

Em bi vê boneyê pîroz li hemû mamosteyên cîhanê, bi taybet li mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Em bang li UNESCO, UNICEF û NY’yê dikin ku binpêkirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Bila dibistan û saziyên zanistî nebin hedef da ku zarok û mamoste di nava aştiyê de perwerdeya xwe bidomînin.

Em bang dikin ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê û tevahiya herêmên Sûriyê were bidawîkirin da ku aştî, ewlehî û aramî pêk were û hemû koçber vegerin malên xwe."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(hs)

ANHA