Ji ber narkotîkê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi hev ketin

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa ragihand ku li quntara çiyayê El Ehlam ku li nêzî gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya başûrê bajarê Efrînê, ji ber nakokiya li ser narkotîkê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên destpêkê, kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

Ji ber narkotîkê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi hev ketin
4 cotmeh, 2022   13:38
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kirin ku 2 komên çeteyên 'Firqeya El Hemze' yên artêşa Tirk a dagirker, li quntata çiyayê El Ehlam ê gundê Basûtê li ser narkotîkê bi hev ketine.

Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku koma çeteyê bi navê Hazim El MIrî û koma çeteyê bi navê Ebû Cabir li ser qaxaçiya narkotîkê bi hev ketine ku ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê û milîsên Îranê yên li Nibul û Zehra de hatine.

Di encamê de gelek kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûne.

(hs)

ANHA