Di nava 9 mehan de bi kêmanî 350 kes li Derayê hatin kuştin

Li Derayê aloziya ewlehî û bûyerên kuştinê dewam dikin. Komeke nenas endamekî şaxê ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê kuşt. Her wiha bendeke kontrolê ya îstîxbarata hewayî ji aliyê çekdaran ve hate hedefkirin.

Di nava 9 mehan de bi kêmanî 350 kes li Derayê hatin kuştin
4 cotmeh, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, endamekî ʹʹŞaxê ewlehiya siyasîʹʹ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê di êrişeke bi guleyan de li bajarokê Seyda ê rojhilatê Derayê hat kuştin.

Li bajarokê Misêfra yê rojhilatê Derayê jî çekdaran êriş bir ser benda kontrolê ya îstîxbarata hewayî ya hikumeta Şamê. Tê gotin ku birîndar hene.

Li gorî belgeyên SOHR, ji destpêka îsal ve 718 êriş bi rêbazên cûda çêbûne, di encamê de 352 kes hatin kuştin ku piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê û kesên ku "çareserî" pêk anîne.

Ev hejmar binkeftina hikumeta Şamê di kontrokirina herêmên ku lê "çareserî" pêk anîne, bi taybet Derayê de piştrast dike.