Hikumeta Şamê ji bo Siwêdayê xefika ‘lihevhatinan’ vedide

Şandeyeke hikumeta Şamê di civîna xwe ya li gel rûspiyên bajarê Siwêdayê de pêşniyara "vekirina navendeke lihevhatinan" û "rakirina komên xwecih ên li herêmê" kir. Ev yek wek "çareseriyekê" ji bo dosyayên li herêmê ye ku gelê bajêr nerazîbûna xwe der barê wan de nîşan da. Li gorî siyasetmedaran bersiv bi teqandina bombeyekê li ber avahiya navenda çandê ku civîn tê de bû, hat. Ev jî wek delîlekî li ser redkirina gelê Siwêdayê ji pêşniyarên "dubarekirî" yên çareseriyên hikumeta Şamê re ye.

Hikumeta Şamê ji bo Siwêdayê xefika ‘lihevhatinan’ vedide
4 cotmeh, 2022   05:43
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAYÎL

Piştî civîna ku di navbera şandeyeke hikumeta Şamê û rûspiyên bajarê Siwêdayê de li navenda çandê pêk hat, ji ber avêtina bombeyeke destan ji aliyê kesên nenas ve, teqînek li nêzîkî avahiyê rû da. Ev jî hemwextî zêdebûna aloziyên ewlehiyê û xwepêşandanên xelkê yên ji bo şermezarkirina xirabûna xizmetguzariyên giştî li herêmê û xirabûna rewşa jiyanî ye.

Bi sedan şêniyên Siwêdayê roja sêşemê (20'ê Îlonê) ji ber rewşa xirab a jiyanî û xizmetguzariyê, xwepêşandan kirin. Xwepêşandêran hemwextî qutkirina rêya giştî ya Şam-Siwêdayê li nêzîkî gundê Hezim ê bakurê Siwêdayê, rêyên din jî qut kirin. Xwepêşandêran muhlet da "parêzgarê Siwêdayê" û hikumeta Şamê ji bo dabînkirina pêdiviyên pêwîst ên wekî mazot, benzîn, gaz û vegerandina avê bo malên welatiyan di rojên pêş de. Her wiha gef li wan xwarin ku ew ê xwepêşandanên xwe zêdetir bikin, eger daxwazên wan bi cih neyên.

Ev ne cara yekem e ku xelkê Siwêdayê xwepêşandanên bi hêrs li dar dixin û banga başkirina xizmetên aborî û jiyanî dikin. Her wiha banga bidawîbûna serweriya "şaxên ewlehiyê" yên hikumeta Şamê dikin ku li gorî çalakvanên ji bajêr ew berpirsê giranbûna rewşa xirab in.

HIKUMETA ŞAMÊ ÇARESERIYÊN PÛÇ PÊŞNIYAR DIKE

Piştî xwepêşandanên li bajêr, şandeyeke ewlehiyê ya hikumeta Şamê roja pêncşemê (29'ê Îlonê) bi civaka Durzî, kesayetên ji partiyan, olî û civakî û nûnerên komên xwecih ên çalak li Siwêdayê, kom bû. Tevî ku vexwendin ji wan re hatibû şandin jî, lê ji mezhebê Durzî Hikmet El Hicrî, fermandarê Tevgera "Rîcal El Kerame" û komên herêmî yên herî navdar li Siwêdayê tev li civînê nebûn.

Berpirsê "Tora El Siwêda 24" Reyan Marûf di hevpeyvîneke li gel rojnameya Şerq El Ewset de wiha got: "Şandeya hikumetê nêrîna xwe ya ji bo çareserkirina dosyayên ewlehiyê yên li Siwêdayê pêşkêş kir û pêşniyara vekirina "navendeke lihevhatinan" di nava çend rojan de li parêzgeha Siwêdayê kir.            "

Marûf wiha domand: "Berpirsê rêveberiya îstixbarata giştî lîwa Husam Loqa ku di nav şandeya hikumeta Şamê de cih girtibû, daxwaza komên çekdar ên herêmî, kişandina çekên bêruxset, bi alîkariya civata heremî aktîfkirina desthilata dewletê li parêzgehê, aktîfkirina rola zabîteyên adlî ji polîs û hêzên ewlehiya sûc, bicîkirina nuqteyên kontrolê yên polîsan, xurtkirina rola adliyeyê û desteserkirina erebeyên neqanûnî kir.

Çavdêrên sûrî diyar kirin ku ti cudahiya pêşniyarên hatine kirin ji yên beriya wê tune ye ku di hevdîtinên salên borî yên di navbera hikumeta Şamê û nûnerên Siwêdayê de pêk hatibûn. Hikumet çareseriya rasteqîne ya aloziyên herêmê û yên sûriyan bi giştî, paşguh dike. "çareseriyên" ku ew pêşinyar dike, ti girêdana wan bi aloziya Sûriyê û bangên gel ê ku zêdeyî 10 sal in ji bo wê serî hildaye re, tune ye.

Têkildarî pêşniyarên şandeya Şamê ji bo "çareserkirina" dosyayên ewlehiyê li Siwêdayê, berpirsê baskê ragihandinê yê tevgera "Rîcal El Kerame" ku bi "Ebû Teymûr" tê naskirin, wiha got: "Tevger rê nade tu aliyekî ku tu proje û pêşniyarek li dijî berjewendiyên welatiyan pêk bîne. Divê çareserî li ser asta Sûriyê û di serî de başkirina şert û mercên jiyanî û aborî be, her wiha berdana girtiyan, li hemû Sûriyê dest bi lihevkirineke nîştimanî ya berfireh û rast were kirin, şerkirina li dijî gendeliyê di dezgehên dewletê de, rawestandina destê şaxên ewlehiyê û jinavbirina metirsiyên komên terorîst ên tundraw."

Ebû Teymûr her wiha amaje bi vê yekê jî kir: "Bêyî rakirina şer û metirsiyên li herêmê, hilgirtina berpirsyariya çareserkirina dosyayên parêzgehê ji aliyê navendeke lihevhatinan û bi radestkirina çekan, ne cihê baweriyê ye."  

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de, koordînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk a Laîk li Siwêdayê Semîr Ezam, pêşniyarên şandeya hikumeta Şamê yên "çareseriyên" aloziyên gelê Siwêdayê wek "dubare û bêwate" bi nav kir û wiha pê de çû: "Pêşniyara şandeya ewlehiya rejîmê ku hefteya borî serdana Siwêdayê kiribû, dubare û bê wate ye. Ne komên parastina Siwêdayê, ne bi deh hezaran xortên ku ji artêşê vekişiyane, ne jî çekdarên xweser vê yekê pêk nayîn."

Ezam wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rûsyayê berê jî bi heman mebestê navendek lihevhatinê li bajarê Siwêdayê vekiribû, kesî berê xwe nedidayê. Ev jî bû sedema girtina wê piştî çend mehan. Teqîna ku rû da jî, bombeyeke deng bû ku armanc jê gihandina peyamekê ji bo şandeya ewlehiyê bû."

Ezam wiha li axaftina xwe zêde kir: "Komên parastina Siwêdayê bi awayekî tund lihevhatinan red dikin, ji ber ku kom û xelkê Siwêydayê bi tena serê xwe berxwedan kirin û êrişên terorîstên selefî yên li ser sînorê parêzgeha Siwêdayê, têk birin. Milîsên Faris ên Hizbullaha Lubnanê (Fatimî û Zeynebî) û çekdarên Rûsî "milîsên Ehmed El Ewde yê Feyleqa 5'emîn a Rûsyayê" ji sê aliyan ve derdora parêzgeha Siwêdayê dorpêç kirine, di vê rewşê de tiştekî dûrî aqilan e û ne mimkun e ku radestkirina çekên Siwêdayê pêk were. Heta ku çareseriyeke dawî û domdar ji krîza Sûriyê re pêk were û Siwêdayê mafê xwe yê beşek ji desthilata bê bi dest bixe, ew ê çeka Siwêdayê bimîne."

JI BO MAYÎNA XWE, ŞAM BI ZANABÛN HÊZA LEŞKERÎ BI KAR TÎNE

Gelek caran hikumeta Şamê dorpêçê li ser deverên bi sivîl ên ku li dijî siyaseta wê ne ferz dike. Xwarin, derman û sotemeniyê ji ser wan qut dike yan jî qeyranên jiyanî derdixe da ku zextê li van deveran bike. Vê yekê dem bi dem li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî dide meşandin.

Têkildarî îhtîmala ku hikumeta Şamê dorpêçekê li ser Siwêdayê ferz bike ji ber redkirina komên xwecih li ser daxwazên wê, Ezam ev agahî parve kirin: "Ne mimkun e ku rejîm dorpêçekê mîna ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê, li ser parêzgeha Siwêydayê jî ferz bike, ew jî ji ber 3 sedeman; xwecihî, herêmî û navneteweyî. Rewşa Siwêdayê ji herêmên din ên Sûriyê cuda ye. Şervan û gelê Siwêdayê saziyên dewletê hiştin. Jixwe ev sedema hatina şandeya ewlehiyê ya rejîmê ji bo Siwêdayê ye. Dîsa jî ew ê wekî yên beriya xwe bi ser nekeve û têk biçe.”

Bi derketina aloziya Sûriyê û veguhertina tevgera gel bo alaveke xizmetkirina ajandayên derve, xelkê Siwêdayê bi avakirina partiyên siyasî û hêzên xwecih re xeta sêyem hilbijartin. Ev jî wek pêngava yekem a pêkanîna hêvî û xwestekên gelê Siwêdayê ye anku avakirina rêveberiyeke xweser e wekî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Ev taybetmendiya ku xelkê Siwêdayê dixwaze, fikaran di nav hikumeta Şamê de çêdike ku li gorî derdorên civakî û siyasî yên Siwêdayê, hewl daye ku van xebatan bi piştgiriya komên çekdar ên ku li wir tevliheviyê zêde dikin, bifetisîne.

Têkildarî siyaseta ku hikumeta Şamê bi gelê Siwêdayê re dide meşandin, koordînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk a Laîk li Siwêdayê Semîr Ezam wiha got: "Rejîmên dîktator ne xwediyê wê çandê ne ku daxwazên gel pêk bînin, ji ber ku ew nehatine hilbijartin û mana xwe bi hêzên ewlehî û hêzên leşkerî ve girê didin. Li Siwêdayê, ne hêzên ewlehiyê dikarin bi hêsanî tev bigerin û bitepisînin, ne jî hêza leşkerî heye ku rejîm li dijî Siwêdayê bi kar bîne. Ji ber vê yekê bi hevalbendên xwe yên Îran û Rûsyayê re komên xwecih ava kirin û tişta ku ew bi xwe newêre pêk bîne, bi rêya van koman hewl dide bide pêkanîn. Komên parastinê di serhildana 26’ê Tîrmeha derbasbûyî de, karîn koma herî mezin û xeternek ji holê rakin."

(hs)

ANHA