​​​​​​​Partiya Muhafizkeran û ya Kesk a Demokratîk li Reqayê panelek li dar xist

Partiyên Muhafizkeran û ya Kesk a Demokratîk li navenda Çandê ya Reqayê ji bo şîrovekirin û nîqaşkirina geşedanên siyasî li herêmê û şerê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, panelek li dar xist.

​​​​​​​Partiya Muhafizkeran û ya Kesk a Demokratîk li Reqayê panelek li dar xist
3 cotmeh, 2022   20:43
REQA

Di panelê de endamên Meclisa Zagonsaz û Meclisa Rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên partiyên siyasî yên herêmê beşdar bûn, ku li ser mijarê şer, penaberiya ciwanan û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, nîqaş kirin.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk, Luqman Ehmê rewşa siyasî şîrove kir û got: “Her kes dizane çi li Sûriyê û cîhanê diqewime, her wiha rastiya pergala cîhanî ku êdî berê xwe dide çavkaniyên nû yên enerjiyê ji xeynî niftê, wek gaz û enerjiya paqij, hat naskirin. Şerê ku li Sûriyê tê meşandin şerê aborî ye ku ji bo kontrolkirina çavkaniyên gazê ye.”

Ehmê wiha lê zêde kir: “Eger ne ji hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ba, dê ji mêj ve armancên şer pêk bihatana.”

Her wiha Ehmê behsa dewletên derdorê jî kir, wek Urdun û Iraqê ku di şerekî navxweyî re derbas dibin û dewleta Tirk a ku hewl dide ji cîhanê re wiha xuya bike ku ew şerê terorê dike lê ya rastî sivîlan dikuje û bihaneyên derew û vala dide, her wiha li ser penaberiya ciwanan ji herêmê û bandora wê li ser jiyana civakî, axivî.

Luqman Ehmê wiha domand: “Şerê Ukrayna-Rûsyayê ku Rûsya tê de 100 kîlometredam kontrol kir, şerê binketina Rûsyayê û valakirina Ukrayna ji genim e, nexasim ku ew dewleta yekemîn a hilberandina genim li cîhanê ye.”

Ehmê destnîşan kir ku hêzên wan ên leşkerî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hevgirtina pêkhateyên civakê, herêmê diparêzin û divê were naskirin ku ew di rewşa şer de ne û eger gel rastiya vê rewşê nas neke dê rewş hîn dijwartir be, ev şer ji şerên herî bihêz e ji ber ku hiş û mejiyan armanc digire.

Piştre, cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafizkeran, Ekrem Mehşûş wiha axivî: “Em niha di qonaxa herî girîng a siyasetên cîhanî re derbas dibin, ku biryarên nû ji bo salên nû bi zora çek û enerjiyê tên birin. Dê salek ji salên borî cudatir be di aliyê nirxên mirovî û rewabûna navneteweyî de.”

Ekrem Mehşûş wiha domand: “Şerê Ukrayna-Rûsya sernavan ji hêzên navneteweyî re diyar dikin, di sala 2011’an de helwestên Rûsya li pêşiya hikumeta Şamê xeteke parastinê çêkir û piştre di aliyê leşkerî de destwerdan kir û piraniya Sûriyê dîsa kontrol kir.”

Mehşûş diyar kir ku tiştekî ecêb e Rûsya, berpirsyariya tevliheviyên ku li ser xeta sînor çêdibin biavêje ser QSD’ê û Rêveberiya Xweser, ji berdêla ku ew bi xwe zextê li dewleta Tirk bike û der barê qutkirina avê de ji ser mîlyon û nîv kes li Hesekê pê re lihevkirinan pêk bîne û ev li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk roleke mezin di penaberiya ciwanan de lîst. Wê deriyên penaberiy êber bi dewletên Ewropayê ve vekir û gefa vegerandina milyonek penaberên sûrî xwar. Hemû dizanin ku penaberên sûrî li Tirkiyê,  aboriya Tirkiyê bi pêş xistin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Mehşûş destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji projeyên herî baş ên li Sûriyê ye û divê di navbera hemû pêkhate, rêveberî û fermandaran de yekitiyeke xurt ava bibe, ku payeya herî bilind di Rêveberiya Xweser de xizmetkarê gel e.

Beşdarên panelê nêrînên xwe yên girêdayî rola Îran û Tirkiyê li herêmê û şerê li dijî Rêveberiya Xweser parve kirin.

(mh)

ANHA