Li nêzî navenda polîsan a li Geverê 2 teqîn çêbûn

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî navenda polîsan 2 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê polîsên dewleta Tirk gelek kes destgîr kirin.

Li nêzî navenda polîsan a li Geverê 2 teqîn çêbûn
4 cotmeh, 2022   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet di 22.00 û 01.00’an de li nêzî navenda polîsan a 75’ê Yilê ya li taxa Kişlayê teqîn pêk hatin.

Beriya teqînê dema ku wesayîta zirxî ya ku polîsên tevgera taybet tê de hebûn ji taxa Kişlayê diçû taxa Ormanê, gule li wesayîtê hate reşandin.

Tax û herêma ku navend l lê heye ji aliyê sedan polîsan dora wê hate girtin û gelek ambûlans ber bi herêmê ve hate şandin.

Polîsan girtin ser malên li herêma teqînê û gelek kes destgîr kir.

Hate diyarkirin dorpêça li ser taxê di destê sibehê de jî domiyaye.