​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir

Jinan li Reqayê, bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagiarker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga rawestandina van sûcên dewleta Tirk a dagirker kirin.

​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
​​​​​​​Bi sedan jinan li Reqa li dijî êrişên dagirkeriya Tirk xwepêşandan kir
1 cotmeh, 2022   15:19
REQA

Bi sedan jinan li Reqayê, li pêşiya nexweşxaneya watanî ya li bajêr kom bûn û dest bi çalakiya xwe kir û heta çerxerêya El Neîm meşiyan.

Li çerxerêyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Hesen daxuyaniya kombûnê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî mirovahiyê li dijî gelê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan hewl dide vîna gelan û jinan bişikîne û hat gotin: “Herî dawî dewleta Tirk a dagirker hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd xistin. Em van êrişan şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de her wiha bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku li herêmê pergaleke nû li ser bingeha azadiya jinan tê avakirin ji ber wê dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de hat daxuyandin ku armanca sereke ya êrişan şikandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevliheviyê li herêmê ye da ku dagirker armanca xwe ya avakirina “herêma ewle” pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya hêzên garantor Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî bi serkêşiya DYA`yê hat şermezarkirin û bang li rawestandina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û darizandina sûcdaran hat kirin.

(dm)

ANHA