Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişlo bi dawî bû

Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişlo bi hilbijartina Meclisa Jinan a kongreyê û teqezkirina pêwîstiya birêxistina civakê ji aliyê jinan ve û firehkirina têkoşînê di şoreşê de bi dawî bû.

Konferansa Kongra Star a Kantona Qamişlo bi dawî bû
1 cotmeh, 2022   15:01
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Bi rihê şehîd Jiyan em parastina destkeftiyên şoreşê dikin û serkeftinê qezenc dikin" Konferansa Kongra Star a 9’emîn li Qamişlo bi beşdariya 300 delegeyan li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan dest pê kiribû.

Di konferansê de, perspektîvên rêber Abdullah Ocalan têkildarî rola jinan, rapora salê ya kongra hatin xwendin û beşdarên konferansê nîqaş kirin.

/ar/uploads/files/2022/10/01/140153_2022-10-01-girke-dewiye-konfirans-28229.webp

Endama rêveberiya Komîteya Amadekar a konferansê û berdevka Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl ji ajansa me re axivî û got: “Konferans di şert û mercên gelek hesas de li gel êriş û hedefgirtina jinan ku herî dawî şehîd Zeyneb û hevalên wê qurbana wê bûn, li dar ket. Lidarxistina konferansê di vê demê de, ji bo pergalên zordest ên têkoşîna jinan dikin hedef, peyamek e.”

Şaha Xelîl wiha domand: “Konferans her du sal carekê bi tevlêbûna navendên navçe, bajarok û bajarên kantona Qamişlo li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikeve. Hemû beşdarên konferansê, rêxistinên jinan, berdevkên meclis û saziyan in. Ji bo nirxandina kar û xebatên du salan a Kongra Star, xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan, hilbijartin û avakirina Meclisa Kongra Star a kantona Qamişlo hatin ba hev.”

Şaha Xelîl daxuyand ku her çiqas êriş pir bin, tevgera jinan têkoşîna xwe û birêxistinkirina xwe di nav saziyan de ji bo hişyarkirina civakê zêdetir dike û di oxira azadiya jinan de dê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bike.

Şaha Xelîl di nav axaftina xwe de behsa şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Piştî şehîdxistina keça kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve şoreş dest pê kir. Sînorên çêkirî yên ku dagirkeran pê Kurdistan parçe kirin, li hember jinan nabin bend. Heta ku şoreşa jinan nebe model ji hemû jinan li cîhanê û jin azad nebin têkoşîna me dê berdewam bike.”

Di dawiyê de Şaha Xelîl got: “Li hember hemû pergalên faşîst ên li cîhanê, dê jin bibe sembola şoreşê.”

Di dawiya konferansê de, endaman, Meclisa Jinan a Kongra Star a Kantona Qamişlo hilbijart ku ji 15 endaman pêk tê.

ANHA