Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz wê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xebata haştagê li dar bixin

Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz, di şeva vê roja lanetkirî de bi dirûşma “DEM DEMA AZADIYÊ YE” “WERIN CENGA AZADIYÊ”, di 8'ê Cotmehê de li gorî demijmêra Amedê di 20:00'an de, li dijî Komploya navneteweyî hem li kolanan û hem jî di Medyaya Dijîtal de çalakiyên mezin li darbixin û xebatê hashtagê bidin destpêkirin.

Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz wê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xebata haştagê li dar bixin
1 cotmeh, 2022   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya li ser rêber Abdullah Ocalan hate pêşxistin, sala xwe ya 24’an li pey xwe dihêle. Hemû gelên azadîxwaz, di serî de ciwan û jinên kurdistanî û hemû kesên ku bi têkoşîna rêber Abdullah Ocalan bawer dikin, dost, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li her derê û li her qadê çalakî û çalakiyên berfireh li dardixin.

Di dema ku komplo li ser rêber Abdullah Ocalan hat pêşxistin, tevahî gelê Kurdistanê bi hêrs bû û li her derê çalakiyên protestoyî li dar xistin, ji van çalakiyan re jî ciwanên Kurdistanê pêşengî dikirin. Ciwanên Kurdistanê bi têkoşîna xwe dildariya xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re îsbat dikin û di têkbirina komployê de bi biryar in.

Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz li ser xebatên heştag ên ku wê îsal di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de li ser platformên medyaya dijîtal dest pê bikin daxuyaniyeke nivîskî da.

Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz ku wê di 8’ê Cotmehê de bi dirûşmên “Dem Dema Azadiyê” û “Werin Cenga Azadiyê” dest bi xebata xwe bikin, bang li herkesî kirin ku ew jî cihê xwe di vê xebatê de bigirin.

Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye:

Ji raya giştî û gelê me yê welatparêz re!

Komploya navneteweyî ya ku li ser Rêber Apo hatiye pêşxistin 24 sal li pey xwe hişt. Armanca sereke ya Komploya navneteweyî ku di pêşengiya dijminê mirovahiyê yê dîrokî de DYA, Rûsya, Tirkiye, Yewnanîstan li dijî Rêber Apo hatî pêşxistin, tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurd bû. Astengiya herî mezin a li pêşiya hêzên hegomanîk ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hesabê şerê cîhanê yê sêyemîn dikin, Tevgera Azadiya Kurdistanê û afirînerê jiyana nû Rêber Apo ye. Îdeolojiya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye çavkaniya hêviyeke mezin.

Ji ber ku bîrdoziya Rêber Apo li dijî sîstema Modernîteya Kapîtalîst e, ji ber vê bi hevkariya dewletên hovane xwastin dema Rêber Apo girtine tune jî bikin, PKK’ê jî parçe bikin û Rojhilata Navîn jî di tarîtiyê de bihêlin. Weke bi sedan salan tevgerên şoreşger, azadîxwaz û wekhev tesfiye kirine, xwastin PKK’ê tesfiye bikin. Lê wekî ku dixwastin derneket.

Rêber Apo ew li girava Îmraliyê bi binxistin, li dijî komployê ji tevahî cîhanê re paradîgmaya neteweya demokratîk weke çareserî bi pêşxist. Rêber Apo Ew jina ku ji destpêka şaristaniyê ve hatî xwarê, mezin kir û ew kir şervana herî mezin. Nirxên ku hatî ava kirin jî îro li kolanên Îranê bi dengê “JIN, JIYAN, AZADΔ ew bilind dibe.

Teslîmiyeta ku PDK’ê li Şengalê li hemberî van hemû nirx û mîrateyên jiyan kiriye, îro li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi hevkariya bi dagirkeriyê re berdewam dike. Di bin siya ala PDK’ê de xwîna bi sedan Kurdên azadîxwaz hatiye rijandin. Ji ber ku li hember gerîla bê hêz bûn, serî li rêbazên herî bê rûmet dan, bi gazên kîmyawî û jehrî ve xwastin bi ser bikevin. Li dijî sûcên şer ên ku li hember gerîla tê kirin, kesek dengê xwe nake. Li ser berxwedana ku ciwanên Kurd bi rihekî fedayî dimeşînin, bêyî ku şerm bikin diaxivin.

Rêber Apo û milîtanên fedayî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê, wê bi berxwedana xwe ya dîrokî bersiva herî mezin a li dijî tecrîdê bidin. Wê di serdemeke wiha de ku fedakariyê di asta herî jor de dixwaze, bi avakirina jiyana nû bersiva rast bidin dijmin.

Komploya navneteweyî wê bi derbaya herî mezin ku hêzên hegomanîk li Zapê xwarî were têk birin. Paradîgmaya netewa demoqratîk, ekolojî û azadiya jinê, wê bi demoqratîkbûyîna Kurdistanê, li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê ve jiyanî bibe. Tovên jiyana nû di serî de wê di dilên gelên Rojhilata Navîn de bê çandin û şîn bibe.

Em jî wek Însiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz, di şeva vê roja lanetkirî de bi dirûşma “DEM DEMA AZADIYÊ YE” “WERIN CENGA AZADIYÊ”, di 8’ê Cotmehê de li gorî demijmêra Amedê di 20:00’an de, li dijî Komploya navneteweyî hem li kolanan û hem jî di Medyaya Dijîtal de çalakiyên mezin li darbixin û xebatê hashtagê bidin destpêkirin.

Em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn di serî de ciwan û jinên ciwan ên Kurd, sazî û dostên xwe yên demokratîk-welatparêz dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya me û Komploya navneteweyî têk bibin.

Ji bo pêşerojeke demokratîk û azad ji Ocalan re azadî!”