‘Em şehîdan her tim dispêrin dilê xwe’

Şêniyên Qamişlo û Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Rûken Zelal re xwest. Şêniyan da zanîn ku şehîd Rûken û şehîd Sara ji Tabûra Şehîd Zîlan derketin û li ser şopa şehîd Zîlan gaveke pir mezin avêt û got “Em ê hertim li ser şopa şehîdan bin, ji ber ku em şehîdan her tim dispêrin dilê xwe.”

‘Em şehîdan her tim dispêrin dilê xwe’
1 cotmeh, 2022   11:23
QAMIŞLO

Şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê berê xwe da konê ji bo her du gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di 26'ê Îlona 2022'yan de çalakiya canbexşane pêk anî; Sara Goyî û Rûken Zelal ku li ser xeta azadî û rûmetê bûn nirxên ji bo gelê Kurd.

Îro jî kon li gundê Belêqiyê yê Amûdê yê bajarê Qamişloyê hate vedan û şêniyên kantona Qamişlo û Hesekê sersaxî da şehîd Dîlara Orper (Sara Tolhildan) û şehîd Emel Feremez Hisên (Rûken Zelal).

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ihsan Şiblî got: “Di serî de em dibêjin serê malbata şehîd Rûken sax be. Di kesayeta şehîd Rûken de tevahî şehîdan bi bîr tînin û li hember kesayeta wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em çi qasî der barê şehîdan de biaxivin em heqê wan nadin. Ji ber ku yên rastiya felsefeya rêber Apo û mirovahiyê nas kirine, yên dilpak û nazik in. Yên canê xwe kirine pira xilasiyê ji bo vî gelî, di kesayeta heval Rûken de ku bûye xwedî çalakiya fedayî, armanca heval ew bû ku gelê xwe bigihîne azadî û wekheviyê. Em ji dijmin re dibêjin; çi qas êrişên te dijwar bin, dê ew qas berxwedana me jî ew qasî zêdetir be. Em ê her tim li ser şopa şehîdan bin, ji ber ku em şehîdan her tim dispêrin dilê xwe.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Edila Misto jî got: “Şehîd Zîlan di 1996’an de çalakiyeke fedaî kir, îro jî em di sala 2022’yan de dibînin heval Rûken û heval Sara derketin û li ser şopa şehîd Zîlan gaveke pir mezin avêt. Çalakiya wan hevalan rêya serkeftinê nîşanî me dikin. Her du hevalan ji bo tecrîda li ser rêber Apo, çalakiya canbexşane li dar xist. Lê em dibêjin çalakiya van hevalan hebûna me diyar dike. Hebûna me felsefeya rêber Apo ye.”

(dg)

ANHA