Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin

Çavkaniyekê ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên bi navê "Cebhet El Şamiyê" yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Vêrganê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî kiryarên kolandin û lêgerîna şûnwaran bi alavên giran pêk tînin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk û çeteyên wê dizîna şûnwarên Efrînê dewam dikin
1 cotmeh, 2022   11:49
ŞEHBA

Ji bo temamkirina rêzesûc û kiryarên xwe, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dizîna şûnwarên Efrînê û derxistina li Tirkiyê dewam dikin. Dagirker kiryarên kolandin û vekolandina şûnwaran li Efrînê bi hewldana çewisandina çanda Efrînê ya bi hezaran salan di nava bêdengiya navneteweyî de pêk tînin.

Çavkaniyekê ji hundirê Efrînê yê dagirkirî bi wêneyan kiryar û sûcên kolandin û lêgerîna li şûnwaran li gundê Vêrganê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyên Cebhet El Şamiyê yê bi serkêşiya secrete Ebû Cendel ve şopandin û belge kirin.

Li gorî çavkanî, kiryara lêgerîn û vekokînê bi rêya alavên giran pêk tên.

Her wiha çavkaniyan ji hundirê Efrîna dagirkirî bi bîr xistibû ku pisporên şûnwaran tevî berpirs û endamên ji artêşa Tirk a dagirekr berê xwe dabû derdora gola Meydankê û dest bi kiryara lêgerîn û vekolîna li şûnwaran kir.

Ji 18’ê Adara 2018’an de dema dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe kantona Efrînê dagir kir, zêdetirî 60 cihên şûnwarî yên kantona dizîn û talan kirin.

Ji herêmên hatin dizîn û talankirin; Eyn Dara yê li navçeya Şêrawayê, Nebî Horî yê li navçeya Şera ku dewleta Tirk a dagirker şûnwarên dizîn û ew cih kir mizgeft û ala Tirkiyê li ser hilda.

Li gorî qanûna navneteweyî, destdirêjiyên li mîrasa şaristanî ya gelekî, sûcekî şer e. Lê rêxistin û hêzên navneteweyî li hember van sûcên dewleta Tirk bê deng in. Lê gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê bi hevkariya qirkirinê nîşan didin.

ANHA