​​​​​​​Ebdullah El Cixêfî: Tirkiyê cihê ewle yê DAIŞ’ê ye

Ji rêveberên Hevpeymana Enbarê ya Yekgirtû şêx Ebdullah El Cixêfî got Tirkiye cihê ewle yê çeteyên DAIŞ’ê ye.

​​​​​​​Ebdullah El Cixêfî: Tirkiyê cihê ewle yê DAIŞ’ê ye
1 cotmeh, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdullah El Cixêfî ji Ajansa Malûme ya Iraqî re got: "Rêveberên DAIŞ’ê li hundirê xaka Tirkiyê hene, lê bi awayekî neaşkera. Ew dosya bi awayekî aşkera nehate behskirin û kesên dadgeha Iraqê dixwazin û li hundirê xaka Tirkiyê hene nayên zanîn û nehate aşkerakirin jî da ku zirarê negihîne berjewendiyên dewleta Tirk li Iraqê.”

El Cixêfî diyar kir ku divê hikumeta navendî daxwaznameyekê ji polîsên Interpolê re bişîne da ku kesên ji bo dadgeriya Iraqê tên xwestin li hundirê xaka Tirkiyê ne, bi ser de bigirin, da ku xetereya wan were bidawîkirin.

El Cixêfî destnîşan kir ku tevkariyeke mezin ji dewletên cîran der barê vehewandina DAIŞ’iyan de heye, çi dewleta Tirk be yan jî dewletên cîran be, da ku Iraqê lawaz bike û wan weke belgeya fişarê bi kar bîne û armancên xwe pêk bînin. Dosyaya şopandina rêveberiyên DAIŞ’ê yên revîne derveyî welat nehatiye aktîfkirin, tevî ku xetereya vê dosyayê heye û bandora wê ya neyînî li ser ewlehiya welat heye.

(fr)