​​​​​​​Zarokeke êzidî li kampa Holê hate rizgarkirin

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê da zanîn ku hêzên ewlehiyê zarokeke êzidî li kampa Holê rizgar kir.

​​​​​​​Zarokeke êzidî li kampa Holê hate rizgarkirin
1 cotmeh, 2022   10:04
HESEKÊ

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Memê ji ANHA’yê re got hêzên ewlehiyê yên berpirsên parastina kampa Holê, zaroka êzidî Canê Ziyade Heyder Bîbo (15) ku li gundê Solax ê Şengalê ji dayik bûye, rizgar kir.

YPJ’ê 2 jinên êzidî; Wefa Elî Ebas (18) û Sewsen Hesen Heyder (24) di dema qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li kampa Holê rizgar kiribûn.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê di 20’ê Îlona par de zarokeke êzidî (14) radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kiribû. Zarokê piştî 3 salan ji baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê di 2019’an de xwe gihandibû Mala Parastina Zarokan.

(fr)

ANHA