Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan û kampa Serêkaniyê tecrîd şermezar kir

Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û kampa Serêkaniyê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina fermandarên şerê çeteyên DAIŞ’ê kiriye, şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan û kampa Serêkaniyê tecrîd şermezar kir
1 cotmeh, 2022   10:25
HESEKÊ

Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û li kampa Serêkaniyê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman Îbrahîm û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a li kampa Serêkaniyê Dîdar Eloz bi beşdariya endamên her du komîteyên jinan û malbatên şehîdan daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin: "Armanca tecrîdê berxwedana rêber Ocalan û ya gelê me têk bibin."

Di daxuyaniya her du komîteyan de hate diyarkirin ku tecrîd berdewama Komploya Navneteweyî ye û li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye.

Her du komîteyan di daxuyaniyên xwe de bikaranîna balafirên bêmirov bi destê dewleta Tirk û hedefgirtina hêz û vîna gel, her wiha qetilkirina welatiyên sivîl û hedefgirtina jinên berxwedêr şermezar kirin.

Her wiha bêdengiya dewletên garantor hate şermezarkirin û hate gotin: "Divê civata navneteweyî bi hemû sazî û rêxistinên xwe qada hewayî ya herêmê bigire û çeteyên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê", Erdogan û hikumeta wî bixe lîsteya terorê ku sûcên dermirovî kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA