​​​​​​​Li Belûçistanê 42 kes hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kampanyaya Çalakvanên Belûç ragihand ku hêzên dewleta Îranê di xwepêşandanên duh ên li bajarê Zehîdan ê Belûçistanê de 42 kes kuştine û 192 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​Li Belûçistanê 42 kes hatin kuştin
1 cotmeh, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di roja 14’emîn de li bajarê Zahîdan a navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, xwepêşandanên li djiî kuştina jina Kurd Jîna Emînî berdewam kir û hêzên Îranê komkujî kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kampanyaya Çalakvanên Belûç ragihand ku di xwepêşandanên duh ên li bajarê Zehîdanê de 42 kes hatine kuştin û 192 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir ku ji birîndaran 160 kes bi guleyan û yên din bi saçmeyan birîndar bûne.