ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-10-2022
30 îlon, 2022   23:00

-Kongra Star a kantona Qamişlo konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00 ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weqfa Jina Azad a Sûriyê der barê hemleya li dijî nexweşiya penceşêra pêsîran de daxuyaniyekê li ber avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînera civakî ya Sûriyê Şefa Sewan bang li rayedarên Îranê kir ku guh bidin daxwazên şoreşa jinan û got "Eger mirov azad be, ne bi desthilata siyasî, ne jî bi desthilata baviksalar, ne mimkun e ku fikir li ser werin ferzkirin." (BI WÊNE).

- Dewleta Tirk 14'ê Nîsana 2022'yan li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Ji 14'ê Nîsanê ve gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide. Dayikên ji Qamişloyê li ser berxwedana gerîla axivîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ferhad Şamî destnîşan kir ku heya MÎT û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmên wan neyên tunekirin, dê nesekinin û got “Dewleta Tirk ji bo ku MÎT`ê mezin nîşan bide û çeteyên DAIŞ`ê ji hedefa me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî biparêzê, dest bi “girtina DAIŞ`iyan” kiriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîran diyar kir ku xiyaneta PDK’ê ya li hember Kurdan encama berjewendiyên madî û desthilatê ye û armanca wê jî şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Welatiyan jî da zanîn ku divê PDK li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li kêleka Kurdan be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komeke astengdar bi armanca ketina nav civakê û derbaskirina astengiyên li pêşiya xwe, amadekariya vekirina komeleyekê li ser asta herêma Cizîrê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariyên gel ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û ambargoyê xebatên xwe dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hemwextî şer û nakokiyên navneteweyî û herêmî, nakokiyên di navbera welatên Ereban û hewldanên hêzên herêmî yên wekî dewleta Tirk ji bo destwerdana van welatan de, dê roja 1-2'yê Mijdarê li Cezaîrê 31'emîn civîna serokên Ereban bê lidarxisitn.  (BI WÊNE).

ANHA