​​​​​​​Rejîma Îranê 8 roj in Biradost û Balekayetî topbaran dike

Rejîma Îranê 8 rojin herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dike.

​​​​​​​Rejîma Îranê 8 roj in Biradost û Balekayetî topbaran dike
1 cotmeh, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsʹê, ji nêzîkî saetekê ve Pasdarên Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bi dijwarî topbaran dikin.

Li herêma Balekayetî deverên binarê çiyayê Helgurd, sînorê Gundejorê, Çîxî Derî û Bêrme Sarid her wiha li herêma Biradostê jî deverên Berbizina, gundê Perex û gundên Ketîne ji aliyê rejîma Îranê ve bi dijwarî tên topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyan,  hîna jî topbaran didome lê ziyanên canî û madî nehatiye zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku 8 rojin Pasdarên rejîma Îranê bi dijwarî herêmên Balekayetî û Biradostê topbaran dikin.

Di 28’ê Îlonê de rejîma Îranê navend û baregehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de heta niha yek jê jinek du canî 13 kes hatine qetilkirin û her wiha piraniya wan sivîl 58 kes jî birîndar bûn.