Dayikên ji Qamişloyê: Heta dawiyê baweriya me bi gerîla heye

Dewleta Tirk 14'ê Nîsana 2022'yan li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir. Ji 14'ê Nîsanê ve gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide. Dayikên ji Qamişloyê li ser berxwedana gerîla axivîn.

Dayikên ji Qamişloyê: Heta dawiyê baweriya me bi gerîla heye
1 cotmeh, 2022   00:42
QAMIŞLO - DELÎLA BÎRHAT

Der barê berxwedana gerîla de dayikên ji bajarê Qamişloyê nêrînên xwe anîn ser ziman.

Dayika bi navê Nafiya Esed wiha axivî: “Her roj Erdogan gefan li me dixwe ku ne ji hêza gerîla bûya Erdogan dê fermana me Kurdan rakira. Dema navê gerîla û Qendîl tê gotin Kurdistana azad tê bîra me. Em pişta gerîlayê xwe bernadin.”

Nafiya Esed wiha dewam kir: “Serokê me wek fîzîkî ne li gel me ye, lê fikrên wî li gel me ne. Me daxwaza serokê xwe nas kiriye. Serokê me ne tenê azadiya gelê Kurd dixwaze, çi gelên bindest hebin azadiya wan hemûyan dixwaze. Di nava çar dîwaran de ye. Îro rêxistin û hemû karê me ku dimeşe, bi felsefeya serok Apo ye.”

Nafiya Esed wiha pê de çû: “Mala Barzanî bîst û çar saetan wê biçin cem Erdogan û bidin pêşiya tankên wan û wê hevalên me şehîd bixin. Hûn didin pêşiya tankên wan û diçin ser mewziyê hevalên me û hevalên me şehîd dixin. Hûn nikarin çavên gerîla bitirsînin. Kî çi dibêje bila bêje heta niquteyek xwîn di laşê me de hebe, em ê bi gerîla re bin.”

Nafiya Esed wiha bi dawî kir: “Ez gelek bi xwestek im ku biçim wan çiyayên azad bibînim. Zarokên me yên ku ew qas hêz dane me, wan yek bi yek hembêz bikim. Bawariya min bi gerîla heta dawiyê heye. Bijî serok Apo.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI PEY ŞOPA ZAROKÊN XWE BIN’

Dayika şehîd Mîtan; Şêxa Mehmûd jî got: “Ruxmî hemû derfetên kêm lê belê her tim berxwedaneke mezin li hember êriş û hovîtiya dewleta Tirk didin meşandin. Dema gerîlayên me wisa li ber xwe didin, ji bo me jî dibe çavkaniya hêz û moralê. Em ê heta dawiyê li pey şopa zarokên xwe bin.”

Şêxa Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ji gelê me ew e ku ew jî bi gerîla re li ber xwe bidin, pişta wan bigirin. Dema em dibînin her yek ji wan şehîd dikeve pir zora me diçe.”         

‘JI MALA BARZANÎ RE ÊDÎ BES E’

Dayika şehîd Basil; Hediye Îbrahîm Fetah jî got: “Gerîla gerîlayên me ne û zarokên me ne. Leşkerên dewleta Tirk nikarin li hember berxwedana keçên me li çiyayên azad bisekinin. Dewleta dagirker a Tirk bi tank, top û balafiran êrişî gerîlayên me dikin û gerîlayên me jî bi vîna xwe li ber xwe didin. Dîsa jî dijmin nikare bi êrişên xwe berxwedana gerîlayên me lewaz bike. Pişta me bi wan saxlem e, serkeftin a me, gelê Kurd e.”

Hediye Îbrahîm wiha lê zêde kir: “Bila mala Barzanî dev ji xayîntiya xwe berde û aqil bixin serê xwe. Dema li me didin bê ferq û cudahî li me hemûyan didin. Em hemû di keştiyekî de ne û em hemû Kurd in. Mala Barzanî bila bizane ku xwîna me hemûyan yek e. Ji Barzaniyan re dibêjim; bes e destê xwe nexin xwîna Kurdan û destê xwe ji destê dijmin bikişînin.”