Ferhad Şamî: Me derbeyên giran li MÎT û şaneyên DAIŞ`ê dan; hin operasyonên din dê pêk werin

Ferhad Şamî destnîşan kir ku heya MÎT û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmên wan neyên tunekirin, dê nesekinin û got “Dewleta Tirk ji bo ku MÎT`ê mezin nîşan bide û çeteyên DAIŞ`ê ji hedefa me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî biparêzê, dest bi “girtina DAIŞ`iyan” kiriye.”

Ferhad Şamî: Me derbeyên giran li MÎT û şaneyên DAIŞ`ê dan; hin operasyonên din dê pêk werin
30 îlon, 2022   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Piştî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya QSD û YPJ’ê 24 rojan li kampa Holê pêk hat, êrişên tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. 3 erebeyên bombebarkirî li kampa Holê hatin dîtin, li Til Hemîsê jî cebilxaneya herî mezin a piştî Baxozê hate desteserkirin. Her wiha gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ku hewl didan êrişên xwekujî bikin, hatin girtin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji pêngavê heya niha nûçeyên girtina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê MÎT`ê ve, parve dike.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî der barê hewldanên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, têkbirina planên wan û provokasyonên MÎT`a Tirk de ji ajansa me re axivî.

Şamî da zanîn ku beriya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dest pê bike, gelek çalakiyên wan ên li dijî DAIŞ`ê hebûn ku ev ji pêngava li Holê re bûne bingeh û got: “Piştî êrişên li ser zindana Sînaa çalakiyên hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bakur û başûrê Hesekê, derdora Qamişloyê, xeta Til Hemîs-Til Berakê, Til Koçer heya Dêrazor û Reqayê wekî dorpêçeke li dijî DAIŞ`ê operasyon dabûn destpêkirin. Gelek çalakiyên pêşwext li dijî hucreyên DAIŞ`ê yên razayî û çalak bûn bingeh ku rê li pêşiya operasyoneke berfireh di hundirê kampa Holê de veke. Di encama gelek belge û lêkolînan de xuya bû ku DAIŞ’ê dixwest êrişên xwe li kampa Holê bide destpêkirin. Hucreyên DAIŞ’ê û jinên DAIŞ`î ji hucreyên derveyî kampê soz girtibûn ku werin wan xilas bikin da ku li herêmê tevliheviyê çêkin.”

HEWLDANÊN DAIŞ’Ê

Ferhad Şamî wiha dewam kir: “Dema operasyonê dest pê kir, helbet hucreyên DAIŞ’ê yên derve anku tevgerên bêhêvî, xwestin bersiva vê operasyonê bidin ku heman demê xwestin hêviyekê bidin hucreyên xwe yên li hundirê kampê û derveyî kampê. Ji raya giştî ya DAIŞ û hevalbendên wê re jî xwestin îspat bikin ku DAIŞ zindî ye. Ji bo xwe mezin nîşan bidin dest bi tevgerê kirin. Piştî pêngava duyemîn bi dawî bû helbet DAIŞ`ê xwest êrişên întîharî an jî êrişên bêhêvî bike.”

‘PÊŞÎ LI KOMKUJIYEKE MEZIN HATE GIRTIN’

Şamî destnîşan kir ku li ser vê armancê DAIŞ’ê bi 3 erebeyên bombebarkirî hewl da êrişî kampê bike, cebilxane li Til Hemîsê hate desteserkirin û got: “Ew hewldan hate têkbirin. Di heman demê de hucreyên wan ên di xeta başûrê Qamişloyê ketin nava tevgerê. Ev xet hem ji bo DAIŞ’ê hem jî ji bo dewleta Tirk a dagirker girîng e. Ji lew re li wir xwestin hucreyên xwe bi çek bikin û êrişî herêmê bikin. Ne tenê kampa Holê, rojhilatê Hesekê, başûrê Hesekê û başûrê Qamişloyê hatibûn hilbijartin ku DAIŞ li vir êrişên xwe pêk bîne û korîdorekê di navbera xwe û sînorê Iraqê de veke. Di encamê de hinek operasyonên me çêbûn. Di encama van operasyonan de depoyeke mezin a çekan a DAIŞ`ê hate desteserkirin. Bi wan çekan DAIŞ’ê dixwest nêzî 30 heya 35 hucreyên xwe bi çek bike û tevliheviyeke mezin li herêmê derxe. Piştî ku li kampa Holê hucreyên DAIŞ’ê derbe xwarin, xwestin xwe îspat bikin ku bibêjin em hîna hene.”

‘MÎT Û HIN BAZIRGAN ÇEKAN DERBASÎ HERÊMÊ DIKIN’

Şamî bal kişand ser derbaskirina vê cebilxaneyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bo çeteyên DAIŞ’ê û got: “Kesên ku têkiliyên wan bi hêzên derdorê re hene, ji bo derbaskirina van çekan ji DAIŞ’ê re dibin alîkar. Roleke xirab a bazirganên çek û mirovan heye. Bi taybetî jî alîkariya wan bi DAIŞ, MÎT û dewleta Tirk a dagirker re heye ku ji wan re dibin destek. Bi rêya MÎT û bazirganên mirovan û çekan ev çek derbasî herêmên me dibin. Di vê çarçoveyê de lêpirsînên me berdewam dikin.”

‘BI PÊNGAVÊ RE ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ZÊDE BÛN’

Bi pêngavê re û piştî pêngavê êrişên dewleta Tirk jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve, dema zindanên DAIŞ’ê kontrol dikirin, hatin şehîdxistin. Şamî anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan xwest tola binkeftina şaneyên DAIŞ`ê hilînê û got: “Di encama Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de gelek hêzan û Koalîsyona Navneteweyî spasiya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Dewleta Tirk jî yekser êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin. Bi vê re xwest tola binkeftina DAIŞ’ê li kampa Holê hilîne. Piştî pêngavê hevalên me yên hêja Zeynep, Dogan, Rojhat şehîd xistin. Êrişî Rêveberiya Xweser kirin. Xet giştî kirin hedefa xwe.”

Ferhad Şamî diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl da hêzên QSD`ê mijûl bike û got: “Di esas de hewl dan ku hêzên me di xetên Eyn Îsa, Kobanê, Til Temir, Zirganê de mijûl bikin ku hucreyên din bikevin nava tevgerê. Li milekî dixwestin me di xeta cepheyê de mijûl bikin, li milê din jî li pişt xeta cepheyê hucreyên din bikevin tevgerê ku hêzên me bixistana dorpêça li başûrê Qamişloyê, rojhilatê Hesekê û bakurê Hesekê. Li pey vê mêjiyê MÎT’ê heye. Hêzên me ev plan têk bir. Dewleta Tirk minetdarê DAIŞ`ê ye ku cihê ku nikare bigihîjiyê bi destê DAIŞ`ê dixwaze tevlihev bike. Li xeta sînor dewleta Tirk bi xwe dike, li pişt xeta cepheyê ku destê wê nikare bigihijê, bi destê DAIŞ’ê dike. Ev hemahengiyeke ku firsetan bi hev diguherînin. Her du jî bi armanceke ku derbeyekê li şoreşê bixin, tev digerin.”

‘HEWL DIDIN BI RÊYA NÛÇEYAN MÎT`Ê MEZIN NÎŞAN BIDIN’

Bi pêngavê re dewleta Tirk a dagirker jî kete nava tevgerê ku nûçeyên girtina DAIŞ`iyan ji aliyê MÎT`ê ve dan weşandin. Van tevger û nûçeyên dewleta Tirk Ferhad Şamî wek pêkenok pênase kirin û got: “Ev nêzî 5 roj e balafirên keşfê yên Koalîsyona Navneteweyî li ser asîmanên Idlibê, Ezazê, Helebê daneketine. Liv û tevgera DAIŞ’ê li vir hebû. Em dizanin ku dema balafirên keşfê yên Koalîsyona Navneteweyî diçin wan herêman, helbet nêçireke wan li wir heye. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker di nav metirsiyekê de ye ku careke din koalîsyon derbeyekê li wan çeteyan bide. Di esas de li ser daxwaza me bû ku liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî bê tunekirin. Li ser wê liv û tevgera Koalîsyonê li ser asîmanên herêmên dagirkirî çêbû. Ji bo wê jî dewleta Tirk ketiye nava propagandayê ku dibêjin me gelek çeteyên DAIŞ’ê girtine. Bi vê re dixwaze rê li ber zêdetir derxistina têkiliyên xwe yên bi DAIŞ’ê re bigire. Gihîştiye astekê ku ger berjewendiyên navdewletî bi dewleta Tirk re xirab bibin, di demên pêş de dibe ku dosyaya DAIŞ’ê amade ye li ser maseyê ku biavêjin rûye dewleta Tirk.”

‘NÛÇEYÊN DEWLETA TIRK ÊN GIRTINA DAIŞ`IYAN; JI ME DIPARÊZIN’

“Piştî operasyona me MÎT’ê derbeyên mezin xwarin.” Bi van gotinan Şamî îşaret pê kir ku di demên dawîn de bi derewan dixwazin MÎT`ê gelekî mezin nîşan bidin û got: “Dibêjin MÎT`ê gelek DAIŞ`î girtine. Ew DAIŞ`î jixwe di nava lepên wan de ne. Ji bo DAIŞ’ê biparêzin wan digrin. Bi taybet ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û hêzên me, dixwazin DAIŞ`iyan biparêzin ku nebin hedef. Ev çete li zindanan de tên perwerdekirin. Di esas de ne zindan in, ji bo ku bibêjin em li hember DAIŞ`ê tê dikoşin, wiha nîşan didin. Piştî operasyona me ya Sondê ku ew qas ajan hatin girtin û hîn jî tên girtin ku pêngavên gelekî girîng di demên pêş de em ê ragîhinin, dewleta Tirk dixwaze MÎT`ê wiha mezin nîşan bide. Lê tiştekî wiha nîn e, MÎT’ê derbe xwariye, lewaz bûye. Em bi israr in ku MÎT`ê yekcar ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rakin.”

‘OPERASYON DÊ DEWAM BIKIN’

Herî dawî Ferhad Şamî diyar kir ku bi Operasyona Sondê û Pêngava Mirovî û Ewlehiyê re derbe li DAIŞ û dewleta Tirk xistine û got: “Hinek operasyonên din hene ku dê di demên pêş de bi rê ve biçin. Ev ji bo gel û hêza me cihê şanaziyê ye. Armanca me ya sereke ew e ku em bikarin bi rêya van operasyonan gelê xwe biparêzin. Em dikarin destkeftiyên mezin jî bi dest bixin.”

ANHA