​​​​​​​ʹDi êrişa li Belûçîstanê de herî kêm 36 kes hatin qetilkirinʹ

Hate ragihand ku îro li bajarê Zahîdanê yê navenda Sîstan û Belûçistanê herî kêm 36 kes hatin qetilkirin ku jin û zarok jî di nav de ne. Her wiha tê gotin ku fermandarekî leşkerî yê Îranê jî hatiye kuştin.

​​​​​​​ʹDi êrişa li Belûçîstanê de herî kêm 36 kes hatin qetilkirinʹ
30 îlon, 2022   18:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro jî xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî berdewam kir. Bi taybet li Zehîdan a navenda herêma Sîstan û Belûçistanê gel li qadan bû.

Li gorî agahiyan, li Zahîdanê hêzên Îranê rasterast xwepêşander gulebaran kirine. Tê gotin li Zahîdanê herî kêm 36 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine qetilkirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Jin û zarok jî di nav de hene.

Xetên înternetê hatine birrîn û li Zahîdanê hêzek zêde ya leşkerî hatiye bicih kirin. Li çend cihan şewat derket.

Her wiha kanala Kolbernews’ê ragihand ku piştî komkujiya îro ya li Sîstan Belûçistanê, Fermandarê Îtlaetê yê Artêşa Îranê yê li Sîstan û Belûçistanê yê bi navê Elî Musewî ji aliyê ‘Ciwanên Şoreşger’ ve hatiye kuştin.