​​​​​​​Şefa Sewan: Divê rayedarên Îranê daxwazên şoreşa jinan pêk bînin

Lêkolînera civakî ya Sûriyê Şefa Sewan bang li rayedarên Îranê kir ku guh bidin daxwazên şoreşa jinan û got "Eger mirov azad be, ne bi desthilata siyasî, ne jî bi desthilata baviksalar, ne mimkun e ku fikir li ser werin ferzkirin."

​​​​​​​Şefa Sewan: Divê rayedarên Îranê daxwazên şoreşa jinan pêk bînin
1 cotmeh, 2022   03:23
HELEB – MIHEMED EBDO

Serhildana Rojhlatê Kurdistanê ji nîvê meha Îlonê ve bi pêşengiya jinan didome. Ew jî piştî ku rayedarên Îranê bi hinceta pêkanîna qanûnên ku jinan mecbûrî lixwekirina cil û bergên taybet dikin, li dijî jina Kurd Jîna Emînî sûcekî hovane pêk anî.

Têkildarî mijarê lêkolînera civakî ya sûrî Şefa Sewan amaje bi wê yekê kir ku kuştina mirovan li ser bingehên olî, cil û berg an jî baweriyeke diyarkirî, bi serê xwe li dijî nirxên mirovahiyê ye.

Şefa Sewan wiha axivî: "Çawa ku şahê Îranê bi darê zorê rakirina laçikê wek qanûn ferz kir, me dît ku tundrawiyeke din derket, ew jî girêdana laçikan di serdema Xamaney de û dubarekirina heman şaşiyê ku laçik li gorî qanûnê divê were lixwekirin. Fikrê li her cihê tundrawî û êrişkarî li ser tiştek an ramanek taybetî hebe, paşê ew raman dibe afirînerê êrişkariyê."

Şefa Sewan di dewama axaftina xwe de wiha got: "Mesele hemû bertek e. Ev şoreş her dem hevsengiyê çêdikin. Di civaknasiyê de jî xwezayî ye ku şoreşek li Îranê rû bide, ji ber ku mirov di cewherê xwe de meyla edaletê dike, ne bi darê zorê."

Şefa Sewan bal kişand ser pêwîstiya berçavgirtina cihêrengiya olî û etnîk û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Her mirovek di lixwekirina cil û bergan de azad e ku ew jî baweriya wan diyar dike."

Şefa Sewan her wiha got: "Me dît dema rêxistina terorîst a DAIŞ'ê herêm xist bin kontrola xwe, çawa reşahî li ser serwer bû. Îro li Îran û Erebistana Siûdî jî reşahî serdest e. Ev zext, ger derfet bê dayîn, dê ji ya ku dihate texmîn wêdetir be. "

Şefa Sewan anî ziman ku zirara herî mezin ji her hikumetekê re ew e ku bi ferzkirina form, bawerî, cil û bergên xwe û hwd olê îstîsmar bike. Piştre ew dibe sedema bertekan. Lewma divê rayedarên Îranê vê mijarê qebûl bikin.

'FIKIR Û RAMAN JI HÊLA DESTHILATA SIYASÎ YAN BAVIKSALAR VE NAYÊN FERZKIRIN'

Der barê rewşa aborî û ya fikirî ya Îranê de, Şefa Sewan mîna rewşeke xirab bi nav kir û got şoreşa li Îranê rû daye di dema xwe ya guncaw de hatiye ku hemû nîşaneyên zexta derûnî ya siyasî û aborî xwe di bertekan de didin der.   

Lêkolînera civakî ya sûrî Şefa Sewan wiha dawî li gotina xwe anî: "Mijar ne li ser wê yekê ye ku keçekê bi awayekî şaş laçik daye serê xwe, lê belê ramana azadiyê ya ku di gelek mijaran de ji bo kesên ku ji azadiyê bawer in, çi bi danîna laçikan yan jî rakirina wan, tê dayîn. Ji ber vê yekê, raman ji hêla desthilata siyasî yan jî baviksalar ve nayên ferzkirin."

(hs)

ANHA