Hêzên hikumeta Şamê 4 gundên Idlibê topbaran kirin

4 gundên Cebel El Zawiyê ya başûrê Idlibê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin. Her wiha li gundewarê rojavayê Helebê jî 3 balafirên şer ên Rûsyayê li ser herêmê geriyan.

Hêzên hikumeta Şamê 4 gundên Idlibê topbaran kirin
29 îlon, 2022   11:55
NAVENDA NÛÇEYANram

Îro sibeha pêncşemê, hêzên hikumeta Şamê gundên El Fetîra, Filêfil, Sifohin û El Bare yên Cebel El Zawiyê yên başûrê Idlibê topbaran kirin. Agahî der barê kuştî, birîndar û ziyanên madî de nehatin bidestxistin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, li gundewarê rojavayê Helebê 3 balafirên şer ên hêzên Rûsiyayê firiyan, bêyî ku êrişekê li wê deverê bikin.

Hemwextî firîna balafirên keşfê yên li ser herêmê, leşkerkî hêzên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên "El Fetih El Mubîn" ve bi sûîqestê li girê Kebana yê Cebel El Ekrad li gundewarê bakurê Laziqiyê, hate kuştin.

(hs)