​​​​​​​Mazlum Dag û Abdurrahman Er li dijî îşkenceyê dest bi rojiya mirinê kir

Mazlum Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, da zanîn ku rayedarên girtîgehê destên wan ji pişt ve kelemçe kirine û piştre îşkence li wan kiriye. Dag û Er li dijî îşkenceyê dest bi rojiya mirinê kir.

​​​​​​​Mazlum Dag û Abdurrahman Er li dijî îşkenceyê dest bi rojiya mirinê kir
29 îlon, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî xebatkarên konsolosxaneya dewleta Tirk a Hewlêrê Osman Kose û welatiyên Iraqê Nêrîman Osman û Beşdar Ramazan êrişeke çekdarî hatibû kirin. Di encama êrişê de her sê jî hatibûn kuştin.

Rêveberiya hikumeta Başûrê Kurdistanê bi hinceta êrişê, Mazlum Dag û Abdurahman Er girtibûn û cezayê îdamê lê birîbû. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê dest bi rojiya mirinê kir.

Dag û Er bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kir ku rastî êrişên devkî û fîzîkî hatine, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin û bi vî awayî hatine îşkencekirin. Dag û Er, da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan, nêzikatiya xerab û îşkenceyê dest bi çalakiya rojiya mirinê kirine.