QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker a têkildarî şehîdxistina 23 şervanan, derewandin.

 QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin
29 îlon, 2022   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiriye, îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker a têkildarî şehîdxistina 23 şervanan, derewand.

QSDʹê got: "Wezareta Berevanîyê a dewleta Tirk a dagirker, di rojên 27 û 28'ê Îlonê de daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her du rojan de 23 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.ʹʹ