Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê berdewam in

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakî di roja xwe ya 12’yemîn de bê navber berdewam kir.

Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê berdewam in
29 îlon, 2022   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh çalakî û xwepêşandanên li dijî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî di roja xwe ya 12’yemîn de, li kolanên bajarên Sine, Tehran, Yezîd, Esfehan, Xoresana Rezewî û hinek parêzgehên din bê navber berdewam kir.

Xwepêşanderan dirûşmeyên, “Mirin ji bo dîkdator”, “Mirin ji bo Xameynî” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz dikirin. Her wiha xwendekarên hinek zanîngehan jî qetilkirina Jîna Emînî û tundutijiya li dijî xwepêşanderan tê pêkanîn şermezar kirin.

Di demekî ku xwepêşandan berdewam dikin, artêşa Îranê bi hinceta ku  rola hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê  de, di xwepêşandanan de hene û li ser ewlehiya wan metirsîdare, bi mûşek balafiran baregehên wan ên li herêma Başûrê Kurdistanê bombebran kirin. Di encama bombebaranên rejîma Îranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 32 kes jî birîndar bûn.

Li ser dosyeya qetilkirina Jîna Emînî, parêzerê malbatê Salih Nîkbextî ragihand ku malbata Jîna Emînî doz li ser kesên ku destê wan di nava girtin, lêdan û qetilkirina Jîna Emînî de hene vekiriye.

Der barê heman mijarê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevpeyvînek xwe ya di televizyonê de ragihand ku di demek nêz de, raporta sedem û çawaniya jiyana xwe ji dest dana Jîna Emînî dê were parvekirin.

Reîsî careke din gef li xwepêşanderan xwar û wan weke ‘provakor’binav kir û got ku rê nadin provakatoran û wê bi tundî li ber wan rabin.