Rojnameyên erebî: Sedr nameyên dualî dide hevrikên xwe

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, rewşa Lîbyayê û hilbijartina serokekî nû yê Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Sedr nameyên dualî dide hevrikên xwe
29 îlon, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEYAMÊN DUALÎ YÊN SEDR LI HEMBER ‘PEYMANA GENDELIYÊ’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Hemwextî civîna parlamentoya Iraqê ku tê de îstifakirina Mihemed El Helbûsî nehat pejirandin, moşek li herêma derdorê ketin. Bi sedan alîgirên Tevgera Sedr jî berê xwe da Herêma Kesk ku xuya bû ev tevger ji berê de hatibû plankirin.

Aliyên siyasî dibêjin dihat texmînkirin ku Sedr ji nû ve alîgirên xwe kom bike da ku rê li ber peymanê bigire, ew jî avakirina hevbendiyeke ji hêzên Çarçoveya Hemahengiyê û pêkhateyên sunnî û Kurd e.

Heman alî dibêjin ku tiştê nedihat texmînkirin avêtina moşekan li Herêma Kesk bû û ev yek bi geşedaneke xeternak bi nav kirin ku dibe welêt ber bi krîzeke ewlehiyê ve bibe. Her wiha diyar dikin ku zehmet e bê zanîn bê ka kî li pişt wê gavê ye, ji ber ku berjewendiyên hemû aliyên krîzê di geşedaneke bi vî rengî de heye.

Di êrişa hemwextî civîna parlamentoyê de 7 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn, hemû rêyên diçin Herêma Kesk hatin girtin û çûn û hatin li otombîl, motorsîklêt û kamyonan hat qedexekirin.

Çavdêr dibînin ku hişyariyên fermandarekî Tevgera Sedr ên piştî êrişê, ji bo Hevbendiya Rêveberiya Dewletê ye.

Çavdêr her wiha destnîşan dikin ku refleksa Sedr dihat texmînkirin ku dê zû bi zû proseya siyasî ya ku wî ji dîmenê siyasî li welêt derxe, qebûl neke.

Her wiha diyar dikin ku tevgera alîgirên Sedr, hişyarî ye û li bendê ye bê ka dê di rojên pêş de çi bibe.”

‘ŞERTÊN NAMZETIYA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ ALOZIYA SIYASÎ VEDIGERÎNIN XALA DESTPÊKÊ’

Der bare rewşa Lîbyayê de jî, rojnameya Şerq El Ewsat nivîsî: “Nîqaşa tund a di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê de li Lîbyayê yên têkildarî şertên namzetiya hilbijartinên giştî, aloziya siyasî vegerand xala destpêkê. Her wiha metirsiyên astengkirina rêgeha siyasî bi xwe re anîn, nexasim li gel daxwazên navneteweyî yên ji bo her du aliyan ku bi lez li hev bikin da ku qonaxa demkî bi dawî bikin û hilbijartinan pêk bînin.

Komîteya “Rêgeha Destûrê” ya ji her du meclisan bi serokatiya Eqîla Salih û Xalid El Mişrî hatiye avakirin, li Qahîreyê guhertinên pêwîst ji bo destûrê nîqaş kiribûn. Lê belê hin xalên nakok ên li ser şertên namzetiya hilbijbartinên serokatiyê hebûn ku nîqaşekî tund di navbera endaman de derxist.

Berê Salih bi El Meşrî re li hev kiribû ku şertên namzetiya serokatiyê ji destûrê dûr bixin, ji bilî ku namzet ji dê û bavên esil lîbyayî bin. Lê piştî du hefteyan ji vê daxuyaniyê El Meşrî duh got tu lihevkirin di wê derbarê de pêk nehatine.

Ji ber van nakokiyan, piraniya lîbyayiyan bi fikar in ku xitimîna siyasî ya li welêt dirêj bike.”

‘CIVÎNA HILBIJARTINA SEROK: NIYETAN DICERIBÎNIN’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El Exbar a Lubnanê got: “Vexwendina serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî bo lidarxistina civîna hilbijartina serokkomar îro, piştî kêmbûna girîngîdayîna dosyaya hikumetê bû.

Hemû bi vê yekê îqna ne ku Meclisa Nûneran îro serokekî nû hilnabijêre, lê belê ew ê rêgehên krîza siyasî û destûrî ya girêdayî vê hilbijartinê, biceribîne. Ev yekemîn provayên niyet, erkdarkirin, hevbendî û namzetan in. Gelo paşxaneya vê vexwendinê û rastiyên wê çi ne?

Vexwendin gava yekemîn a serokê meclisê bû da ku tawanbariya astengkirina hilbjiartinan ji ser xwe rake. Her wiha peyamek ji hêzên xiristiyan re bû. Her wiha armanc ew e ku hêzên xiristiyan bixin bin çavdêriya raya giştî da ku bê piştrastkirin ku nakokiyên wan sedemên destpêkê ne ku hilbjiartina serokekî nû asteng dike.”

(cx)