Parêzeran ji bo belgekirina binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir

Parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belgekirina binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir. Ev gaveke nû ye ku parêzer bi rêya wê hewl didin binpêkirin û sûcan nexasim yên dewleta Tirk a dagirker, bigihînin qadên navneteweyî.

Parêzeran ji bo belgekirina binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir
29 îlon, 2022   05:56
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Di 24’ê Îlonê de li bajarê Kobanê, ji aliyê 50 parêzerên Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazorê û herêma Cizîre ve civînek hatibû lidarxistin. Di encama civînê de komîteyek hiqûqî ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên ku bandorê li sûriyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, hat avakirin.

Têkildarî mijarê, endamê komîteya ku nû hatiye avakirin, parêzer Mistefa Şêx Muslim di hevpeyvîneke li gel ajansa me de wiha got: "Hebûna komîteyeke wiha ji aliyê kesên pispor û akademîsyen ve ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmê, bêyî înkarkirina hewldanên komîte û rêxistinên din ên bi van mijaran re têkildar, girîng e."

Mistefa Şêx Muslim axaftina xwe wiha domand: "Armanc ew e ku her rewşek li gorî xisara madî, fizîkî û binesaziyê cuda were belgekirin û pêşkêşî aliyên navneteweyî bikin ku erka wan e li dijî hemû kesên ku ji bo belavkirina tirsê di nava sivîlan de herêmê dikin hedef, tev bigerin."

Muslim wiha pê de çû: "Karê komîteyê bi erdnîgariya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin ve sînordar e, ji ber ku belgekirin di serî de hebûna fizyolojîk li cihê bûyerê hewce dike. Her wiha ji ber ku herêmên Sûriyê di bin serweriyên cuda de ne, zehmet e ku endamên komîteyê li tevahiya erdnîgariya Sûriyê amade bin, lê belê niyeta berfirehkirina komîteyê û peydakirina endamên ji hundirê Sûriyê di pêşegojê de heye. Armanca me nîştimanî ye."

Muslim wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne dûr e ku em parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parêzerên navxweyî yên Sûriyê, çi bi rêya sendîkayan, çi jî bi rêya peywendiyên şexsî di navbera me de destê xwe bidin hev, da ku ev komîte li hundirê Sûriyê belav bibe."

SÛC Û BINPÊKIRINÊN ROJANE YÊN ALIYAN CUDA

Ev gava yekem ya bi vî rengî ye ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avêtin. Aliyên cuda yên ku ji bo bidestxistina serweriyê li herêmê şer dikin, rojane sûc û binpêkirinan li ser herêmê pêk tînin, parêzer jî hewl didin van tawanan bişopînin û belge bikin.  

Ji bo hesabxwestina ji aliyên ku tawan û binpêkirinan li dijî herêmê û niştecihên wê dikin, bi taybet DAIŞ'ê û dewleta Tirk, girîngiya karê belgekirinê di îhtimala tevgerkirina civata navneteweyî de derdikeve holê.   

Dewleta Tirk wekî DAIŞ’ê, hema bêje rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Di encama hedefgirtina herêmê de bi balafir an jî top û mûşekan, gelek caran qurbanî û ziyanên mezin çêdibin. Her wiha DAIŞ şaneyên xwe yên razayî yên ku bi berdewamî kuştinan pêk bînin, dixe tevgerê.

Muslim ev agahî jî parve kirin: "Armanca komîteyê ew e ku binpêkirinên hemû aliyên ku dijminatiya Rêveberiya Xweser dikin, belge bike. Di rêza herî pêş a lîsteyê de jî binpêkirinên dewleta Tirk pêk tîne ye. Li aliyekî din jî şane û milîsên Îranê, çeteyên dewleta Tirk, çekdarên rejîmê û şaneyên DAIŞ’ê jî hene."

Muslim daxuyand ku endamên komîteyê dê ne çalakvanên meydanî bin, lê belê lêvegereke qanûnî ya akademîk bin ji bo her kesê ku di warê belgekirin û şopandina binpêkirinan li ser erdê kar dike û wiha domand: “Ji ber ku rewşa belgekirinê wê li gorî qanûnê were piştrastkirin da ku ji aliyên navneteweyî re were şandin. Em dikarin karê komîteyê nêzî yê saziyek şêwirmend û rêxistinî bi nav bikin.”

Komîte ji bo hêsankirina xebatên belgekirinê dê bi aliyên aktîv li ser erdê re kordîneyê bike. Herî kêm 3 endamên komîteyê li her yek ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, ku hemû jî parêzer in.

Li ser mekanîzmaya danûstandina bi saziyên navneteweyî re, parêzer Mistefa Şêx Muslim wiha got: "Di civîna bê ya komîteyê de, dê mekanîzmayek ji bo peywendiya di navbera komîteyê û aliyên navneteweyî yên bi bandor de bê avakirin. Lê armanca diyarkirî ew e ku dosyayên werin amadekirin, ji bo şopandina wê di forumên navneteweyî de bi şeklê qanûnî yê herî guncaw, ji saziyên navneteweyî re bê şandin."

Muslim herî dawiyê wiha got: “Belgeyên ku bên amadekirin, dê ji her aliyê ku van binpêkirinan di forumên navneteweyî de bişopîne û hesap ji tawanbaran bipirse, kî bin bila bibin, vekirî be."

(hs)

ANHA