ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-9-2022`YAN
28 îlon, 2022   23:00

-Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Reqayê têkildarî şehîdxistina her du hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ji hêla balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê sersaxiya malbatên her du şehîdan Zeyneb Mihemed û Bêrîtan Dêrsim dikin. saet 13:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo şermezkirina êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina her du Hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya Herêma Cizîrê daxuyaniyekê didin. saet 10:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bavê şehîd Hebûn Mela bang li kesên ku bi dewleta Tirk a dagirker hatine xapandin kir ku vegerin rêya rast, hemwextî wê bang li PDK’ê kir ku ji rêya xiyanetê derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo belgekirina binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir. Ev gaveke nû ye ku parêzer bi rêya wê hewl didin binpêkirin û sûcan nexasim yên dewleta Tirk a dagirker, bigihînin qadên navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Meclisa Partiya Suriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd gelên herêmê li hember ‎hewldanên dewleta Tirk ku armanc dike ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê têk bibe, ‎hişiyar kir û bang li wan kir‏ ‏ku hevgirtina navbera xwe de xurt bikin û li hember planên dewleta ‎Tirk a mêtînger bisekinin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hiqûqnasên li Reqayê da zanîn ku merhûmkirina rêber Abdullah Ocalan ji "Mafê Hêviyê" ji hêla desthilatên dewleta Tirk binpêkirina mîsaq û qanûnên ewropa û navneteweyî ye û got divê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di çarçoveya projeyên xwe yên sala 2022’yan de, Şaredariya Gel a Reqayê ronîkirina gelek ‎kolanên sereke yên bajêr bi dawî kir. Her wiha ji bo temamkirina ronîkirina 5 taxên din, ‎plansaziyek wê ya xebatê heye. Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra yê bajarê Tebqayê jî dest ‎bi projeya kanalîzasyonê kiriye ku xizmeta zêdetirî 200 malan dike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Rêveberiya MSD`ê şaxê Helebê Cîhan Mihemed got nêzîkbûna hikumeta Şamê û ‎dewleta Tirk a dagirker, encama binkeftina siyaseta dewleta Tirk e. Cîhan banga aktîfkirina ‎diyaloga nîştimanî di navbera sûriyan de kir. Her wiha bang kir ku li pey lîstokên dewleta Tirk ên ‎ji bo parçekirina Sûriyê neçin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

- Li gel paşdeçûna rewşa aborî li welêt Banka Navendî ya Sûriyê nirxê dolar kir 3015 lîreyê Sûriyê. Aborînas dibêjin ev yek nîşaneya hevkariya hikumeta Şamê bi bazirganan re ye, ji bo dizîna pereyên welatiyan û nîşaneya têkçûna di pêşkêşkirina çareyên aborî û siyasî de ye.

ANHA