Komkara Erebî topbarana Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyt, topbarana Îranê ya bi mûşekan a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li Îranê kir ku li gorî prensîbên cîrantiya baş tevbigere.

Komkara Erebî topbarana Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir
29 îlon, 2022   12:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyt, êrişa bi mûşekî ya rejîma Îranê ya li dijî hermên Başûrê Kurdistanê  ku di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûne, şermezar kir.

Her wiha berdevkê fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkarê Cemal Ruşdî jî binpêkirinên Îranê yên serweriya Iraqê  şermezar kir. Ruşdî got divê Îran rêzê li yasayên navneteweyî û pirensîpên cîrantiya baş bigire û dest ji binpêkirina xaka Iraqê berde.

Cemal Ruşdî piştevaniya Komkara Erebî bi Iraqê re li hember hemû binpêkirinên derve yên ku gefê li ewlehî û aramiya navçeyê dike, nîşan da.

(hs)