‛Divê civata navneteweyî helwestên cidî li hember êrişên dagirkeriyê nîşan bide’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û bi taybetî Amerîka û Rûsyayê kir ku li hember van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

‛Divê civata navneteweyî helwestên cidî li hember êrişên dagirkeriyê nîşan bide’
28 îlon, 2022   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, bi du daxuyaniyên cuda êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Di çarçoveya zêdekirina êrişan û hemleyên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê û gelê wê pêk tîne de, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya rêveberên sivîl, hevseroketiya Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê, Zeyneb Ehmed Sarûxan û Yilmaz Şero li ser rêya Girkê Legê – Dêrik hedef girt, di encamê de ew gihîştin asta şehadetê. Di êvara heman rojê de jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran şêniyên gundên Esediye û Mişêrfe yên bakurê Zirganê hedef girt, di encamê de du zarok, Nayif Ebdulqadir Heyawî (12) û Rîma Ehmed Îsmaîl (12) şehîd bûn û malbatên wan birîndar bûn.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sersaxiyê ji xwe, malbatên şehîdan û hevrêyên wan re dixwazin û soza meşa li ser şopa wan heta pêkanîna azadî û demokrasiyê didin û kiryarên bi vî awayî ku wek sûcên şer û dermirovî tên dîtin, şermezar dikin.

Em bang li civata navneteweyî nexasim Rûsya û Amerîka yên garantor dikin ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me helwestên cidî bigirin. Hedefgirtina rêveberên sivîl û berî wan hêzên ewlehî û leşkerî yên ku li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistinên terorî şer kirin û heta niha bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî şerê şaneyên veşartî dikin, xebat û pêşketinên li dijî rêxistinên terorî têk dibe û ev hedefgirtin wek hewldanên vejandina wan rêxistinan, peydakirina fîtneyê, valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, tên dîtin.”

Daxuyaniya Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê jî, wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker hemû pîvan û nirxên navneteweyî wek peymana Cinêvê ya 4’ê û protokolên wê yên sala 1949’an, madeya (15) a parastina sivîlên ku li herêmên şer dijîn û têkiliyên wan bi şer û karê leşkerî tune ye, derbas kirin.

Em Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, sersaxî ji xwe, saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan re dixwazin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku van kiryarên hovane yên dewleta Tirk rawestînin û wê di dadgehên navneteweyî de ceza bikin, her wiha em bang li Rûsya û Amerîka yên garantor dikin ku êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina sivîlan bi dawî bikin.

Em soza meşa li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadî û aştiyê û belavkirina felsefeya neteweya demokratîk didin."

(mh)