Bîlançoya qurbaniyên êrişa Îranê derket 9`an-hat nûkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di êrişa hêzên Îranê ya îro li ser baregehên partiyên Rojhilat de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 24 kes birîndar bûne.

Bîlançoya qurbaniyên êrişa Îranê derket 9`an-hat nûkirin
28 îlon, 2022   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê hejmara kesên di êrişa Îranê ya li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, daxuniyek weşand.

Li gorî wezaretê, di encama êrişa ser Koyeyê de heya niha 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 32 kes jî birîndar bûne.

Di dawiyê de hat gotin; “Dibe ku hejmara qurbanan zêdetir bibe, ji ber ku heya niha rê nayê dayîn ku em biçin cihê bûyerê.”