Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Zinar Osman
28 îlon, 2022   13:13
QAMIŞLO

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, bi sedan şêniyên navçeyên kantona Qamişlo; Girkê legê, Çil Axa, Til Koçer û Tirbespiyê çûn gundê Kolîça yê navçeya Girkê Legê û sersaxî dan malbata şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Zinar Osman (Zinar Gulcan Amanos) ku di Hezîranê de li herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê yên Başûrê Kurdistanê di berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Trik de şehîd bûbû.

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û endamên rêveberiyên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de hazir bûn.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Beşîr Elî axivî û got: “Şehîd Zinar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer kir û gelek caran birîndar bû. Lê dîsa jî bê teredud gel û axa xwe parast.”

Elî wiha domand: “Tevî wan birînan jî berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û îsrara xwe ya mezin li ser fedakarî û berxwedanê di oxira parastina gel ji êrişên dagirkeriya Tirk de isbat kir.”

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Muhyedîn Xêrkî axivî û got: “Şehîd Zinar mînaka berxwedan û têkoşînê ye. Bi xwîna xwe berxwedaneke bêhempa li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk xêz kir.”

Xêrkî soz da hemû şehîdên azadiyê ku têkoşînê mezin bikin, gel û destkeftiyên şoreşê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd Zinar Osman hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şehîd Zinar Osman sala 2016`an tev li HPG`ê bû da ku li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bisekine û heta kêliya dawî berxwedana xwe domand û li herêma Zapê şehîd bû.

 

(şx)

 

 

ANHA