​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk xartûmên ava vexwarinê li navçeya Cindirêsê dizîn

Çeteyên Ehrar El Şerqiye xertûmên ava vexwarinê yên li devera di navbera gundên Sindiyankê û Miskê de yên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî dizîn.

​​​​​​​Çeteyên dagirkeriya Tirk xartûmên ava vexwarinê li navçeya Cindirêsê dizîn
28 îlon, 2022   13:28
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re bi dîmen eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker xartûmên ava vexwarinê li devera di navbera gundên Miskê û Sindiyankê yên navçeya Cindrêsê ji bin erdê derdixin û didizin.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên Ehrar Şerqiye bi serkêşiya Ebû Fewaz binesaziya herêmê wêran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker wêrankirina binesaziya herêmê û şûnwarên Efrîna dagirkirî li ber çav û guhên cîhanê didomîne.

(şx)

ANHA