Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Omran Osman

Di merasîma oxirkirina şehîd Omran Osman de, şêniyên bajarê Qamişlo soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kir.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Omran Osman
28 îlon, 2022   11:48
QAMIŞLO

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo, partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Omran Osman (Lewend Qamişlo) re xwest. Şehîd Omran di 1’ê Îlonê de dema ku li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Omran, li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê hate danîn.

Di merasîma sersaxiyê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsê Xan Gulo axivî. Şemsê Xan tekezî li ser bilindkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir, heta ku dagirkerî ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê were derxistin û serkeftin bê bidestxistin.

Têkildarî armanca êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şemsê Xan Gulo got: “Armanca wan koçberkirina gelê resen, guhertina demografîk û şikandina vîna gelê Kurd e.”

Şemsê Xan Gulo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girêdana wan a bi xakê û berxwedana wan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Berxwedan jiyan e, serkeftin a me ye.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ebdulselam Ebdo hemû şehîdên ku ji bo parastina gel û welatê xwe tê koşiyane, bi bîr anî. Her wiha pesnê rol û qehremaniya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê da.

Ebdulselam wiha li axaftina xwe zêde kir: "Li dijî hemû êrişên ku armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û şikandina vîna gelan e, gelên herêmê dê bi hevgirtina xwe ya li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Rêvîn Şêxmûs wesîqeya şehîd Omran Osman xwend û radestî malbata wî kir.

(hs)

ANHA