Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li rojavayê Reqayê didome

Bi dirûşma “Werin cenga azadiyê”, çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li bajarê Reqa û gundewarê wê didome ku îro berê xwe da bajarokê Selhebiye yê rojavayê Reqayê.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li rojavayê Reqayê didome
25 îlon, 2022   13:36
REQA

Pirtûkxaneya Gerok berê xwe da bajarokê Selhebiye yê rojavayê Reqayê û li pêşiya avahiya Meclisa Giştî ya bajarokê rawestiya, ku li wir bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl pêşwaziya wê kir.

Di destpêka çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Reqayê, Mazlûm Kobanê, wiha axivî: “Îro roja duyemîn a pirtûkxaneyê ye, ev çalakî di çarçoveya hemleya ‘Werin cenga azadiyê’ de li dar e, ku armanc jî nasandina şêniyên herêmê bi fikrê rêber Abdullah Ocalan e.”

Mazlûm Kobanê destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ê ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya dewletên kapîtalîst ji 23 salan ve li cem xwe dîl girtiye, asta têkoşînê bilind bikin.

Mazlûm Kobanê diyar kir ku rêber Ocalan azadiyê ji hemû gelên cîhanê re dixwaze û ew jî wek Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê soza meşa li ser şopa wî û şehîdan didin.

Her wiha, hevseroka Meclisa Giştî ya xeta rojavayê Reqayê, Lînda El Hisên wiha anî ziman: “Bîst û sê sal in komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn, hatiye çêkirin.”

Lînda El Hisên wiha domand: “Bi vê boneyê em berxwedana dîrokî ya rêber Ocalan di zîndana Îmraliyê de silav dikin, bi dirêjiya van salan fikrê wî sînorên dewlet û parzemînan derbas kirin û êdî bû sembola aştî û azadiyê, em bang li gelê herêmê dikin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest bi têkoşînê bikin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, li ser pirtûkên rêber Ocalan agahî hatin dayîn.

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li rojavayê Reqayê bi pêşandana sînevîzyonek li ser jiyana rêber Ocalan û komploya li dijî wî, bi dawî bû.

(mh)

ANHA